Di temenekî biçûk de hat zewicandin: Min navê zilam jî nizanibû 2021-04-13 09:00:34 ÎDIR - Miyaser Alagoz, di temanekî biçûk de bi darê zorê hatiye zewicandin. Bi zilamekî ku nizanibûye navê wî çi ye re hatiye zewicandin. Alagoz, destnîşan kir ku travmaya xwe lê girtiye demeke dirêj dewam kiriye, lewma divê zewaca di temenekî biçûk de neyê qebûlkirin.  Li seranserê cîhanê bi milyonan zarok bi awayên cuda tên îstismarkirin. Celebek vê îstismarê jî zewac e. Di analîzên meha adarê yên Fona Alîkariyê ya Ji Bo Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) de, ev yek bi awayekî pir aşkere diyar bû. UNICEF'ê diyar kir ku nêzî 650 milyon jin di temenekî biçûk de hatine zewicandin. Yek ji van welatên ku zewaca di temenekî biçûk de tê kirin jî Tirkiye ye. Çendî ku bi qanûnan hatibe qedexekirin jî dîsa zarok tên zewicandin.    Ji jinên di temenekî biçûk de hatine zewicandin yek jê jî Miyaser Alagoz e.    TENÊ DIZANIBÛ ÇEND SALÎ YE   Alagoz ku li Taxa Hakyevîs a Îdirê dimîne, di 16 saliya xwe de hatiye zewicandin. Bi zilamekî 45 salî re hatiye zewicandin. Zilamê pê re hatiye zewicandin, beriya wê bi jineke din re zewiciye û wê kiriye hewiya hevjîna xwe ya ewil.    Alagozê bilêv kir ku gava bi vî zilamî re hatiye zewicandin navê wî jî nizanibûye. Alagozê behsa zewaca bi vî zilamê ku par miriye re kir.    Alagoz, destnîşan kir ku di temenekî ku nizanibû zewac çi ye de bi darê zorê hatiye zewicandin û ji xeynî bavê wê haya kesî ji vê biryarê une bûye. Alagoz got: "Du jin û zilamek hatin malê û nîşan kirin. Gava gotin 'tu yê bizewicî' şaş mam û min nizanibû ez ê çi bikim. Piştî nîşanê bi sê rojan, min ji jinekê pirsî. Wê behs kir. Min tenê dizanibû ew zilam çend salî ye. Min îtiraz kir, lê kesî guh li min nekir."    TU HEQEKÎ WAN TUNE YE   Alagoz, bilêv kir ku hevjîna zilamê ku pê re zewiciye jî li ber vê rabûye û tim li ber ketiye. Alagoz, diyar kir ku 6-7 salên ewil qet hînî vê rewşê nebûye û got: "Her roj digiriyam. Pir zor bû. Ez li wê malê mezin bûm. Ev sûcê wan kesan bû ku min bi zorê zewicandin. Divê dê û bav derbarê jiyana zarokan de tu biryarê nedin. Heqekî bavê min ê wisa tune bû. Hevjîna ewil a hevjînê min jî tiştekî wisa heq nekiribû. Neheqî lê hat kirin. Divê zarok bên parastin, li dijî zewacên bi vî rengî. Divê jin jî qebûl nekin. Mafê jin û mêran divê wekhev bin."