Jinên kaxezan berhev dikin: Erebok li piştê, zarok di selikê de 2021-04-13 09:00:30 RIHA- Jinên sûriyeyî yên ducanî ku ereboka wan li nav pişta wan û di qufe an jî selikên wan de zarokên wan, li kuçe û kolanên Rihayê ji bo 15-25 TL'yan kaxez û qartonan berhev dikin.  Mexdûrên herî zêde yên şerê navxweyî yên Sûriyeyê jin in. Jinên ku ji ber şer ji neçarî ji welatê xwe koç kirine, hin kes sûdê ji vê neçariya wan digirin û wan li ber navê xwe mar dikin an jî wan difiroşin û fuhûşê li wan ferz dikin. Hin jê jî di şert û mercên pir dijwar de hewl didin debara xwe bikin. Li gor daneyên fermî yên sala 2021'ê yên Îdareya Koçberiyê, li Rihayê 422 hezar û 986 sûriyeyî hene, lê belê tê gotin hejmara wan a rastîn ji vê hejmara fermî pir zêde ye.    Li Rihayê gelekê van jinan ji bo debara xwe bikin kaxezan berhev dikin. Ev jin, bi ereboka ku jê re dibêjin kaşkaşok kaxezan berhev dikin. Her wiha zarokên xwe jî dixin hundirê qufe yan selikan û van selikan jî dixin hundirê kaşkaşokê. Bi vî awayî di sar û seqemê de kaxezan berhev dikin. Mirov herî zêde jî li navçeya Halîliyeyê leqayî wan tê. Ev jin, rojê herî zêde 250 kîlo kaxez berhev dikin, lê belê pereyê bi dest wan dikeve jî 15-20 TL ye.    HEQÊ MAMA    Hatûn Malîk (40) dayika 7 zarokan e. Zarokê wê yê herî biçûk Îslamê 2 salî ye. 6 sal berê ji Helebê berê xwe dane Rihayê. Malîk got: "Pere tune ye mamaya zarokan bikirim. Kirêya xênî 600 TL ye. Tevî fatûreyan dibe 900 TL e. Em 9 kes dixebitin, lê rojê bi zorê 200 TL bi dest me dikeve."    100 KÎLO KAXEZ 15 TL    Hatîce Hacî (55) ku li bajarê Helebê di teqînekê de nigê wê birîndar bûye, 2 sal berê hatiye Rihayê. Piştî seqet dibe, hevjînê wê jî dev ji wê berdide. Niha tevî 6 zarokên xwe kaxezan berhev dike. Hacî, bi vî halê wê rojê herî zêde 100 kîloa kaxez berhev dike û ev jî rojê dike 15 TL.    JINÊN DUCANΠ   Vetha Yûsûf a 19 salî jî 2 zarokên wê hene û ducanî ye. Hem ereboka kaxezan dikişîne hem zarokê xwe yê di selikê de û hem jî bebika di nava xwe de. Yûsûf rojê 25 TL'yan bi dest dixe. Yûsûf, anî ziman ku 16 kes li malekê dimînin û kesên li malê hemû kaxezan berhev dikin.    Emel Hamûd a 17 salî ku di zarokatiya xwe de hatiye zewicandin, Raaf Mûhammed 20 salî û ducanî û Lemye Hamît a 20 salî û ducanî jî kaxezan berhev dikin.    HEGER ŞER BIQEDE    Emel Hemûd diyar kir ku hevjînê wê nexweş e û nikare bixebite. Dayika 2 zarokan Hemûd a 17 salî û niha du canş yeî anî ziman ku berhevkirina kaxez û qartonan karekî zehmet e û got: "Her du zarokên min jî biçûk in. Ez wan dixim selikê û bi xwe re digerînim. Heqê kirêya me 300 TL ye. Lê em rojê 20-25 TL'yan qezenc dikin. Em 5 sal berê ji Helebê hatine. Li Sûriyeyê heyat zor bû, lê li vir jî ne rihet e."    Raaf Muhammed û Lemye Hamît her du jî 20 salî ne. Ê her duyan jî 2 zarokên wan hene û ducanî ne. Çendî ku şewba Covîd-19'ê heye jî bi vî halî ji bêgavî kuçe bi kuçe digerin û kaxezan berhev dikin. Hamît ku pitika nava wê 8 mehî ye, diyar kir ku heger şerê li Sûriyeyê biqede dê vegerin welatê xwe.    MA / Emrûllah Acar