Jin dorpêça polîsan şermezar dikin 2021-04-10 14:18:09   AMED - Jinên ji bo meşa li dijî fesixkirina Peymana Stenbolê kom bûn, dorpêça polîsan şermezar dikin.    Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), xwestin bi dirûşmeya “Me li kolanan bi dest xist, em ê li kolanan biparêzin” li dijî fesixkirina Peymana Stenbolê li Xaçerêya Dunya ya navçeya Peyas a Amedê meşekê li dar bixin. Jinên ku ji bo meşê kombûn bi dorpêç û astengiyên polîsan re rû bi rû man.    Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, parlamenterên HDP’ê Nûran Îmîr, Remziya Tosûn, Dersim Dag, Semra Guzel, aktivîstên TJA’yê û gelek jinên ji bo tevlî meşê bibin hatin Xaçerêya Dunyayê, ji çar aliyan ve hatin dorpêçkirin.    Jinên di dorpêça polîsan de, bênavber dirûşmeyên “Barîkatan ne ji bo jinan, ji bo kujeran deynin', "Bijî  piştevaniya jinan”, “Peymana Stenbolê jiyan e" û  “Jin jiyan azadî” berz kirin û lîlandin. Jin bi lîlandin û berzkirina dirûşmeyan, dorpêça polîsan şermezar kirin.