Li Balikesîrê tundiya zilam 2021-04-05 10:08:50   BALIKESÎR - Li navçeya Altineylulê, Emrah Kayadelen hevjînê xwe Seda Kayadelen qetil kir.    Li Taxa Gumuşçeşme ya girêdayî navçeya Altieylul a Balikesîrê, Emrah Kayadelen, hevjînê xwe Seda Kayadelen, bi amûra birînê qetil kir. Ekîbên tenduristiyê yên hatin cihê bûyerê, Kayadelen a bi giranî birîndar bibû rakirin nexweşxaneyê.    Kayadelen, ligel hemû mudaxileyan jî, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Qatil Emrah Kayadelen ê ji cihê bûyerê reviya, li cihê ku xwe lê veşartîbû, hat binçavkirin.