'Hevdîtineke mezin a jinan şert e' 2021-04-03 09:04:45   STENBOL - Rêxistinên jinan, destnîşan kirin ku li dijî êrîşên li ser jinan "Plana Çalakiyê ya Tevdîra Lezgîn" pêdiviyeke bivê nevê ye û got: "Hevdîtina mezin a jinan şert e. Divê hêrsa jinê xwe birêxistin bike. Destpêka vê dibe ku greva jinê ya mezin be."      Pêkhateyên Komcivîna Navendên Stareyên Jinê û Piştevaniyê, di Gulana 2020'î de kampanyaya "Plana Çalakiyê ya Tevdîra Lezgîn" bi îmzeya 91 saziyên jinan ragihandibû û tiştên divê tavilê bên kirin rêz kiribûn. Piştî fesixkirina Peymana Stenbolê, rêxistinên jinan "Plana Çalakiyê ya Tevdîra Lezgîn" cardin bibîr xistin.    POLÎTÎKAYA ÎQTIDARÊ Û TÊKOŞÎNA HEVPAR    Hevseroka SYKP'ê Canan Yuce, anî ziman ku îqtidar polîtîkayên xwe yên dijminatiya jinê dikin zêdetir kirine û got: "Em îqtidara heyî, ji Qanûna Înfazê û bi berdana kujerên jinan, ji qanûnên ku pêşî li ber zewicandina zarokan vekirine, ji helwesta dijî mafê nefeqeyê û liv û tevgera wê ya li hemberî Peymana Stenbolê na dikin. Fikriyata êrîşên li ser destkeftiyên jinan, projeya 'jina maqûl' e."    Yuce, destnîşan kir ku jin li dijî qeûman, li dijî êrîşên li ser pergala hevserokatiyê, li dijî tecrîdê û xespkirina mafan û tahdeya dewlet-bavkaniyê têdikoşin û li dijî êrîşan bal kişand ser têkoşîna hevpar.    HEVDÎTINA JINAN    Berdevka Meclîsên Jinên Sosyalîst (SKM) Hatîce Denîz Aktaş jî bal kişand ser biryara derbarê Peymana Stenbolê de û got: "Divê em xwe li jiyanê bigirin û seferber bibin." Aktaş, bal kişand ser hevdîtineke mezin a jinan û got: "Mafên me tên dizîn. Lewma divê em jiyanê rawestînin. Hêzeke me ya ku em jiyanê arwestînin heye. Bes divê em bên cem hev du. Divê li Tirkiye û Kudistanê jin bên cem hev du û grevên jinan birêxistin bikin. Hevdîtina jinan a mezin şert e."    NE PARASTIN, ÊRÎŞ    Aktaş got: "Hêzeke me ya ku em faşîzmê têk bişikînin heye. Fesixkirina peymanê, perçeyek êrîşa li ser jinê ye. Li dijî vê jî têkoşîneke yekbûyî divê. Divê em li her derî bimeşin û plansaziyên bikoordîne bikin. Madem çav berdane jiyana me, nexwe ji parastinê wêdetir divê ev veguhere êrîşekê. Divê hêrsa jinê xwe birêxistin bike. Destpêka vê dibe ku greva jinê ya mezin be."    Endama Koordînasyona Navenda Rizgariya Jinê Nûpelda Çelîk jî destnîşan kir ku jin divê planên xwe yên çalakiya lezgîn têxin dewrê û got: "Ê ku tifaqa faşîst a AKP-MHP-Ergenekonê birûxîne, tevgera rizgariya jinê ye. Şensekî wan ê ku têkoşîna me têk bişikînin tune ye. Çimkî li kîjan malê tahde hebe, em li wir in. Li dijî tahdeya dewlet-bavkaniyê, em ê bi tevgera xwe ya ku me rêgezên wê danîne, bitêkoşin."    MA / Berfîn Karaman