Mamosteya tacîzê wê hat kirin di dozê de bû bersûc 2021-04-01 15:25:52   EDENE – Mamosteya ku diyar kir midurê dibistanê tacîzî wê kiriye, bi giliya midur bû bersûc. Dozger ji mamoste re ceza xwest.   Mamoste S.K. ku li dibistaneke li navçeya Seyhanê ya Edeneyê mamostetî dikir, bi angaşta ku midurê dibistanê M.T. tacîzê wê kiribû, di 9’ê cotmeha 2019’an de Li Miduriyeta Bajar a Perwerdeyê giliya midur kiribû. Miduriyeta Bajar a Perwerdeyê, giliya mamoste S.K. nirxand û cihê peywira wê guherand lê midur M.T. li heman dibistanê ma.    GILÎ KIR   Piştî demekê midurê dibistanê M.T. ku bi tacîzê hat sûcdarkirin serî li Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê da û bi angaşta ku S.K. gef lê dixwe û peyamên bi heqaret jê re dişine giliya mamoste S.K. kir. Li ser serlêdanê derbarê mamoste S.K. de lêpirsîn hat vekirin. Di encama lêpirsînê de bi sûcdariya “gef” û “heqaretê” dozname amade kir û peşkêşî 26’emîn Dadgeha Cezaya Esliyeyê ya Edeneyê kir.    CEZA HAT XWESTIN   Dadgehê doznameyê qebûl kir û li mamoste S.K. doz vekir. Danişînê dozê îro hat dîtin. Mamoste S.K. û midur M.T. û parêzerên xwe li danişînê amade bûn. Di danişînê de mamoste S.K. parastina xwe kir û da zanîn ku peyamên bûna mijarê dozê neşandiye û got ku midur M.T. wê û hinek jinên din jî tacîz kiriye û daxwaza beraeta xwe kir. Midur M.T. jî parastina xwe kir û angaşt kir ku îftîra lê tê kirin. Şahidê ku hat guhdarkirin jî got ku bûye şahidên tacîzên midur M.T. Dozgerî jî mutalaaya xwe xwend û xwest ku mamoste S.K. bi sûcdariyên “gef” û “heqaretê” bê cezakirin.    DANIŞÎN TALOQ BÛ   Parêzerên mamoste S.K. ji bo li dijî mtalaayê parastin bikin daxwaza dema zêde kirin. Dadgehê daxwaza parêzeran qebûl kir û danişînê taloqî 13’ê nîsanê kir. Piştî danişînê ji Platforma Jinan a Edeneyê parêzer Sevîl Araci Bek, bertek nîşanî dozê da û diyar kir ku ji bo veşartina sûcên faîlê tacîzê doz hatiye vekirin.