Ji jinên dikan vekirin pêşniyar: Aboriya xwe pêş bixin 2021-03-24 09:00:47 RIHA - Sê jinên kedkar ên li dijî îstîhdama jinan a li Rihayê her ku diçe kêm dibe têdikoşin, bi vekirina kargehekê, dixwazin li bajêr îstîhdama jinan zêde bikin. Ji van sê jinan Şehrîban Korkmaz, diyar kir ku divê jin daxwazên xwe baş zanibin û ji bo van daxwazên xwe têbikoşin. Li bajarê Rihayê her roja diçe îstîhdama jinan kêm dibe. Sê jinên kedkar Şehrîban, Ayfer û Dîlan Korkmaz ên dotmanên hevin, bi “piştevaniya jinan” kargeha xwe vekirin û bi vê dixwazin ku pêşiya jinan vekin.   AZADIYA ABORIYÊ   3 jinên li navçeya Eyyubiyê dikana navenda xweşikirinê vekirin, diyar kirin ku azadiya aboriyê jinan li ser piyan digere. Şehrîban Korkmaz (28) a bi salan di sektorên cuda da xebitî, anî ziman ku ew li vê derê xwe îfade dikin. Korkmaz, da zanîn ku wê bi dotmanên xwe re biryara vekirina vê kargehê dane û wiha axivî: “Em fikirin ku emê çawan aboriya xwe qezenc bikin? Emê çawan bi xwe debara xwe bikin? Ji ber ku dewlet di vê qadê de alîkariya jinan nake, me bi xwe bi derfetên xwe ev kargeh vekir.”   LI DIJÎ ZORIYAN TÊKOŞÎN   Korkmaz, bal kişand ser avakirina kargehê û wiha got: “Du salan li ser vê yekê em fikirin. Di vê pêvajoyê de du caran me dest ji vê fikra xwe berda. Lê herî dawî me vekir. Vekirina kargehê ji bo me pir zor bû. Heya ku me kargeha xwe vekir me gelek zor û zehmetî kişandin. Me bi xwe dîwarên wê boyax kir û alavên xwe bar kirin. Di heman demê de, di warê fermiyetê de jî em bi zoriyan re rû bi rû man. Lê ji ber ku me di nava piştevaniya jinê kargeha xwe vekir, me hemû zorî derbas kirin. Jinên ku dixwazin bi xwe bibin xwediyê karê xwe ev pêşniyara me ji wan heye. Divê jin daxwazên xwe baş zanibin û ji bo van daxwazên xwe têbikoşin. Lazime li dijî hemû astengiyan, ev dewlet yan jî malbat dibe, têkoşînê ji bîr nekin. Bi taybetî, divê destûrê nedin ku serdestiya zilam wan paş ve bide. Em îro ji têkoşîna jinan hêzê digirin. Em dixwazin hevalên me yên jin alîkariyê bidin me. Pêwîstiya me bi vê yekê heye.”    ‘MIN HIYERARŞÎ QEBÛL NEKIR’   Hemşîre Ayfer Korkmaz (24) jî, diyar kir ku ji ber pîşeyê bavê xwe ew neçar maye ku her tim li bajarên cuda bijî û wiha axivî: “Ev jî bû sedem ku baweriya min bişike. Mirov her ku dijî zane dibe. Dema ku ez pergalê tehlîl dikin, di hin mijaran de min hiyerarşî qebûl nekiriye. Bi taybetî di warê têkoşîna jinan de, her ku zanebûna mirov çêdibe, mirov rastir dikare mudaxileyê bûyer û jiyana xwe bike. Êdî ez gihame wê baweriyê, divê jin bi xwe karibin li ser piyên xwe rawestin. Civak û hişmendiya niha heyî pir zore. Bi baweriya em ê karibin li dijî vê yekê têbikoşin, me dest vî karî kir.”    ‘ME KAR PARVE KIR’   Dîlan Korkmaz a hevpara kargehê jî, zewiciye û zarokekê wê heye. Korkmaz, bi bîr xist ku wê heya niha li gorî biryarên derbarê jiyana wê de hatine, dayîn tevgeriyaye. Korkmaz, bal kişand ser hewldana xwe ya bixebite û wiha got: “Li şûna ku di malê de rûnim, min xwest bi hevalên xwe re vî karî bikim. Ji ber ku ez zewicîme, berpirsiyariyên min hene. Berî ku ez bixebitim, hemû karê malê min dikir. Lê dûre min û hevjînê min di warê karê malê de hevbeşî kir.”   Korkmaz, diyar kir ku serbixwetiya aboriyê hêzê dide wê û wiha bi dawî kir: “Dema ez zewicîm pirsgirêkên me yên aborî hebûn. Li gorî dihat xwestin, min nedikarî ji hevjînê xwe bixwazim. Lê niha ez bi xwe pereye xwe qezenc dikim. Êdî em li destê zilamekê mêze nakin. Ev hestek pir xweşe. Divê her jin vî hestî bijî. Niha em 3 kesên, lê xeyala me ya herî mezin ewe ku hemû jin bixebitin. Ji bo ku jin bi xwe kargehên xwe vekin, aboriya xwe qezenc bikin û li ser piyan rawestin, kêm jî be me xwest em pêşengiyê bikin.”    MA / Emrullah Acar - Bariş Polat