Derket holê ku biraziyê pîra 70 salî ew kuştiye 2021-03-20 14:49:24 AMED - Li Navçeya Exrenî ya Amedê pîra 70 salî Havva Yilmaz mirî hatibû dîtin. Derket holê ku biraziyê wê ew kuştiye.  Di 17'ê Adarê de li Taxa Adnan a Navçeya Erxenî ya Amedê pîra 70 salî Havva Yilmaz li malê kuştî hatibû dîtin.  Piştî lêpirsînê derket holê ku bazinê zêr ê Havva Yilmaz hatiye windakirin. Di lêpirsînê de derket holê biraziyê Yilmaz A.G. ew kuştiye. Piştî polîsan A.G., binçav kirin sewqî dadgehê kirin. Heyeta dadgehê jî bi sûcdariya "Bi zanebûn kuştiye A.G. girt û şandin girtîgehê.