Piştevaniya jinê rengeke din li Xana Pîlavlioglûyê bar kiriye 2021-03-05 09:00:45 ENQERE - Xana Pîlavlioglûyê ku tê gotin di sedsala 16'an de hatiye çêkirin, ewilî wekî tîmarxane hatiye bikaranîn, ji bo jin û zarokan. Lê belê niha bi piştevaniya jinan dirûvek din girtiye.  Li semta Kale ya navçeya Altindag a Enqereyê, Xanna Pîlavlioglûyê yek ji navendên girîng ên bazirganiyê ye. Dikanên li xanê hema bibêje piranî jê yên jinan e. Xan, di salên ewilî yên komarê de wekî girtîgeh hatiye bikaranîn, ji bo zarok û jinan. Bi dû re bûye wargeha kesên bêmal. Di destpêka sedsala 20'î de cardin wekî navenda bazirganiyê hatiye bikaranîn. Niha jî li vê xanê gelk dikanên jinan hene.    Canan Agaçayak ku 3 sal in li vê xanê hilberîniyê dike, anî ziman ku piştî ku li ser çerm û kevirên hêja hûr bûye, biryar lê daye ku atolyeyekê veke. Erol, bilêv kir ku xwestiye cihekî bi qasî şixulandina çerm kevn bibîne û axirê li Xana Pîlavlioglûyê dikanek bi dest xistiye.    HILBERÎN   Erol got: "Dîroka vê xanê xwe dispêre sedsala 16'an. Heya sala 1930'yî wekî tîmarxaneyekê hatiye bikaranîn, ji bo zarok û jinan. Ev tişt kir ku hestine cuda li min peyda bibin. Wê demê jin û zarok bi pirsgirêkên mezin re rû bi rû mane û me niha ev der ji xwe re kiriye cîhanek."    Erol, bilêv kir ku ji karê şixulandina çerm hez dike û got: "Kutana çerm, karekî zehmet e û hêzeke fizîkî divê. Sebr divê, ji lew re ev karekî nişmî ye. Gava çerm bê kutandin, êdî vegera wê tune ye. Em bi mîxine biçûçik karê xwe dikin. Lewma pêşî sebir û hez divê. Ez bi dil û can dixebitim. Hilberandina tiştekî pir xweş e."    Erol, bal kişand ser pirsgirêkên aborî jî û got: "Di dema pandemiyê de me kirê ji bêrîka xwe da. Hîn jî heqê kirê bi dest me nakeve."    PIŞTEVANIYA JINÊ    Erol, destnîşan kir ku ew û jinên din ên li xanê bi piştevaniyî tevdigerin û got: "Têkiliyeke me ya pir xweş heye. Gava yek ji me ne li dikanê be, ên din lê miqate dibin. Wexta mişteriyên wan bên û ew ne li dikanê bin, em diçin dikanê vedikin û bi mişterî re eleqedar dibin. Em wekî malbatekê ne. Piştevanî, alîkarî heye. Ez dixwazim gel me dev ji wê adeta AVM'yan berde û berê xwe bide van deran. Ne hewce ye tiştekî bikirin. Bila werin vê çand û adetê bibînin."    Meltem Melkûç jî kevalên ebrûyî çêdike. Melkûç got: "Ebrû, ez pir cezb kirim. Min ders ji hosteyan girt. Bi dû re li ser hûr bûm ku ez ê karibim çi lê zêde bikim. Min di hunera ebrûyê de motîfine cuda bi kar anîn."   Her wiha Melkûç niha dersê jî dide û got: "Gava ez xwendekarên xwe perwerde dikim ewilî ez behsa kevneşopiya vê hunerê dikim. Paşê jî divê çi bê lêzêdekirin."    6 DIKAN HATIN GIRTIN    Melkûç, destnîşan kir ku di dema pandemiyê de rewşa wan pir xirab bûye û got: "Ez debara malê dikim. Lê di dema pandemiyê de ne pêkan e. em ne karmend in. Em bazirganiyê dikin. Di 6 mehan de hema bê li xanê tiştek jî nebû. Gelek kesan dikanên xwe girtin. Nêzî 6 kesan dikanên xwe girtin. Ên girtin jî piranî jê esnafên jin bûn. Dewlet tu alîkariyê nake, ji lew re em ne di kategoriya esnafan de ne."    Melkûç, bal kişand ser piştevaniya jinê û got: "Gava em tiştekî dikin em alîkariya hev du dikin. Em di warê kar ddde piştgiriya hev du dikin."