Piştî tundî û hewî hat serê, di jiyana wê de rûpelek nû vedibe 2021-03-05 09:00:41 ŞIRNEX - Asya Akin a di temenê zarokatiyê de hatiye zewicandin û paşê hevjînê wê hewî aniye ser û hevberdan e diyar kir ku 13 sal in ew nikare zarokên xwe bibîne. Akin divê jin tu demê hêviya xwe winda nekin û ji bo azadiyê têbikoşin.  Di dîrokê de heta roja me ya îro jin ji mafê xwe yê herî sereke bêpar hatine hiştin. Mînaka vê ya herî berbiçav jî zewaca bi darê zorê ye û zewacandina di temenê biçûk de ye. Ev ne bes e zilam paşê jî hewî tînin ser hevjînên xwe. Herêma Botanê jî yek ji wan deveran e ku zewaca zarokan lê herî zêde tê kirin. Lê tişta ku herî zêde bala mirovan dikişîne jî ew e jiyana jinajn bi êş û tundiyê re rûbirû maye. Lê jinên ewqas bi tundiyê û êşan re rûbirû mane li gel vê yekê jî êş û xemên xwe veguherandine têkoşînê û niha jî  pêşengtiya têkoşîna azadiya jinan dikin. Li herêma Botanê jî yek ji van jinan jî Asya Akin a ku li navçeya Silopiya ya Şirnexê ye. Akin li Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Silopiya li çayxaneyê dixebite û di xebatên jinan de pêşengiyê dike.     13 SAL IN NIKARE ZAROKÊN XWE BIBÎNE    Asya Akin diyar kir ku  ew bi darê zorê hat zewicandin û di zewaca 7 salan de tişta ku wê nedîtî û nema hat serê wê û ew wiha qala serpêhatiya xwe dike: “Em çar xwişk û du bira bûn. Birayek min ji dayîkbûnê astengdar e. Di salên 2000'an de bavê min li Cizîrê esnaftî dikir. Di heman salê de yek kes ji bavê min re dibêje ku 'Ez dixwazim ku tu keça xwe bidî kurê min'. Bavê min jî dibêje, 'Hewce nake ku tu ji min re bibêjî, min bike erebeya xwe bibe'. Ez hîn 13 salî bûm û bi tu awayî ji min nehat pirs kirin. Ji xwe min nedizanî ku zewac çi ye. Ez di wê salê de zewicandim. Dema ku ez ducanî bûm, ez hîn 14 salî bûm. Gelek tundî li min hat kirin. Di sala 2006'an de hewî anî ser min. 4 zarokên min çêbûn. Piştî ku hewî anî, ji min re got, 'Tu ku ve biçî here ez nikarim te xwedî bikim'. Ji wir ve heta niha zarokên min nîşanî min nade. Ev 13 sal in ez zarokên xwe nabînim. Ez tenê dizanim ku kurê min ê herî mezin leşkerî xelas kiriye. Zarokên min, niha min li sûkê bibînin min nas nakin. Ew navên ku min li zarokên xwe kirin jî bavê wan guherandin e.  Min ewqas têkoşîn da ku wan bibînim jî lê dîsa nîşanî min nadin. Her kes ji bo ku ez zarokê xwe bibînim kete nav hewledanê lê mixabin nîşanî min nedan.  Ez jî dayîk im û weke her dayîkekî mafê min jî heye ku zarokên xwe bibînim. Salê carekî jî be ez dixwazim ku  zarokên xwe bibînim."   DI JIYANA WÊ DE RÛPELEKE NÛ VEDIBE   Akin anî ziman ku bi naskirina tevgera jinan re di jiyana wê de rûpeleke nû vedibe û wiha axivî: “Li vê herêmê her jinek bi bêdiliya xwe hatiye zewicandin. Tiştên ku niha hatine serê min heman tişt hatine serê dayika min jî. Ev 23 sal in bavê min jî em tenê hiştin e û zewiciye. Em tenê li ser telefonê bi bavê xwe re hevdîtin pêk tînin. Di 2010'an de min partî nas kir. Di roja ewil de min weke xebatkareke partiyê di çayxaneyê de xebitîm. Heger partî nebûya dibe ku nehiştibana ku ez ji malê derbikevim. Derdorê her tim ji min re digot, 'Tu çima nazewicî? Bizewice'. Bi van gotinan bi ser min ve dihatin. Lê min ev gotin guhdar nekirin û min di partiyê de cihê xwe girt.  Ji wir heta niha ez her serê sibehê têm deriyê partiyê vedikim. Ez çayê amade dikim û pişt re mêvanên xelkê me tê. Pişt re xebata amadekariya xwarina nîvro dikim. Ez niha di heman demê de di rêxistinên jinan de jî cih digirim. Bi naskirina partiyê re di jiyana min de rûpeleke nû vebû. Çi dibe bila bibe, têkoşîna jinan her tim berdewam e. Pêwîste ku mirov dev ji jiyana xwe bernede. Ez jî li ber xwe didim. Tişta ku min ji jiyanê fêm kir, pêwîste tu jin di temenê zarokatiyê de nezewice. Zewac barek gelek giran e. Di wî temenî de çiqas mirov li ser xwesteka xwe bizewice jî mirov ji hêla hîn kesan ve tê rêvebirin.  Ji ber wê tu xweşiya wê nine. Lê ez hatim vî emrê min ji vê fêm kir ku divê tu her tim têbikoşî. Her wekî din partiya ku herî zêde mafê jinê diparêze û ji bo jinan qadên jiyanê vedike partiya HDP'ê ye. Ji ber vê jî ez niha li vir im."    'EV NEQEDER E ZILM E'    Akin destnîşan kir ku tişta ku li ser jinan tê ferzkirin neqeder e navê wê zilm e û got: “Her jinek xwedî çîrokekî cuda ye. Çîroka min jî ne kêmî ya van jinan e. Dibêjin 'Qedera xweda wiha hez kiriye'. Lê ev neqeder e û ne jî daxwaziya xwedê ye. Ev zilma mêr a li ser jinan e. Pêwîste li dijî vê zilmê mirov bikaribe li ser lingên xwe bisekine. Divê mirov nebêje, 'Ez ji vî kesî veqetiyam, ez ê bi kesek din re bizewicim’. Divê mirov di zewaca yekemîn de mêr nas bike û li gorî wê têkoşîna xwe mezin bike. Dema ku hêvî tune dibe, jiyan bi xwe dimire. Hêviya min tu caran naşikê. Ez bawer im ku wê 8'ê Adara 2021'an bibe wesileya aştî, aramî û azadiya jinan. Bijî 8'ê Adarê."    MA / Zeynep Dûrgût