Jin li qadane: Têkoşîna Rozayan, Sêvêyan dewam dike 2021-03-04 16:05:50 NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên ku bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê da dikevin qadan, bal kişandin ser biryardariya têkoşînê ya li dijî tundiya zilam-dewletê û gotin; “Têkoşîna Rozayan û Sêvêyan dewam dike.”    Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi rêxistinên civaka sivîl, ked û pîşeyî re, bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê, li gelek bajaran, çalakî û bernameyên cuda li dar xistin.     Şaxên Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES) û Sendîakya Tundurist-Kar a Şoreşger (Dev Saglik-Îş) ên Enqereyê, li Nexweşxaneya Îbn-î Sîna ya Zanîngeha Enqerê (AU) kom bûn. Jinan di çalakiyê de pankarta “Kreş mafe” daliqandin û konser hat dayîn. Di heman de, di çalakiyê de pirsgirêk û daxwazên jinan hatin nîqaşkirin.   EDENE    Li Navenda Çandê ya Yaşar Kemal a Şaredariya Seyhan a Edeneyê, konser hat dayîn. Bi salona konserê ve, pankarta “Em li dijî qirkirina jinê jiyanê, li dijî tecrîdê azadiyê diparêzin” hat kirin. Parlamentera HDP’ê ya Edenê Tulay Hatîmogûllarî di bernameyê de axivî û got: “Jin di her qadê de rastî tundiyê tên. Lê emê jî her tim têkoşîna xwe ya li dijî zext û êrîşan mezintir bikin.” Piştî temaşekirina sînevîzyonê, Koma Ş. Azadî derket ser dike û stran gotin. Di bernameyê de jinan govend gerandin û bi coş 8’ê Adarê pîroz kirin.    MÊRSÎN   Li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Tarsûs a Mêrsînê jî, konsera dengbêjan hat lidarxistin. Pankarta “Em li dijî qirkirina jinê jiyanê, li dijî tecrîdê azadiyê diparêzin” hat daliqandin. Endama Meclîsa HDP’ê Seher Kadîroglû, di bernameyê de axivî û bal kişand ser desthilatdariya zilam û dewletê ya li dijî jinan. Kadîroglû, diyar kir ku jinan ji bo mafên xwe bedelên pir mezin dane û wiha got: “Em tu carî li hemberî qetilkirin, tecawîz, tacîz û tundiya zilam-dewletê, serî netewand û em ê netewînin.”    Jinên dengbêj piştî axaftinê derketin ser dike û stran gotin.    ANTALYA    Jinên endamên Platforma Jinan a Antalyayê jî, bi armanca piştevaniyê ji jinên girtî re, kartên pîrozbahiya 8’ê Adarê şandin. Jinên ku li ber avahiya PTT’ê ya  Gulluk kom bûn, daxuyaniyek kurt dan. Endama platformê Gulçîn Akça, girîngî û wateya 8’ê Adarê nirxand û ev peyam da: “Em ê gotina xwe mezin bikin û biqîrîn. Heya ku jiyanek wekhev û azad ava bibe, em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin. Ji bo ku em gotina xwe bejin, pêşerojek birûmet ava bikin, em bang li hemû jinan dikin ku di 8’ê Adarê de, saet 18-15 li ber Bîrdariya Attaslos kom bibin.”    Jin piştî daxuyaniyê, ketin postexaneyê û nameyên piştevaniyê ji jinên girtî re şandin.