Bi hezaran jin li Kobanê û Hesekê meşiyan 2021-03-02 17:22:07 KOBANÊ-HESEKÊ - Bi hezaran jin bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, di çerçoveya bernameya 8'ê Adarê de li Kobanê û Hesekê meşên girseyî li dar xistin.    Jin bi minasebeta 8'ê Adarê li gelek navendên cuda çalakiyan li dar dixin. Bi taybetî jinên kurd bi cilên xwe yên neteweyî û rengîn dadikevin qadan û daxwazên xwe tînin ziman. Bernameya 8'ê Adarê ya ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşma "Têkoşîna me temîneta şoreşa jinan e" hatibû eşkerekirin, bi çalakiyên cur be cur dewam dike. Îro jî li bajarê Hesekê Hêzên Parastina Civakî ya Jinê (HPC-JIN) û li Kobanê jî Rêxistina Kongreya Star bi armanca pişgiriya Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) meşên girseyî li dar xistin.    Bi dirûşma "Têkoşîna me temîneta şoreşa jinan e" Hêzên Parastina Civakî ya jinê (HPC-JIN) bi tevlîbûna jinên ji navçeya Dirbesiyê, Zirgan, Til Temir, Hol û Şedadê ya bajarê Hesekê meşekê girseyî li dar xistin. Jinan di meşê de wêneyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Hevrîn Xelef, Zehra Berkel, Hebûn Mele Elî, Emîne Weysî, Yadê Eqîde, Amara Rênas, Seda El- Hirmas, Hind El- Xidêr û alê Rêxistina Kongreya Star hildan. Meş li ber gulîstana Rêberê PKK'e Abdullah Ocalan a taxa Nasra dest pê kir û li taxa Kelasê li ber Meclîsa Şaredarî û Ekolojiya bajarê Hesekê veguherî mîtîng ê. Piştî deqeyek rêzgirtin, Koordînasyona Kongreya Star a Kantona Hesekê Lîlav Hisên û Endama Hêzên Parastina Civakî ya Jinê Nesrîn Mecdel axivîn.    Lîlav Hisên Roja Jinên Cîhanê pîroz kir û wiha got: "Roja 8'ê Adarê ji bo jinan rojek bi wate û xwedî dîrokek dagirtiye. Îro bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo em hatin vê astê û ji bo hebûna xwe têkoşîn dikin.  Îro jî ew ruhê berxwedêr yên wan jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zindî bû. Em ê herdem li ser piyabin û li dijî dagirkerî têbikoşin."    Nesrîn Mecdel jî diyar kir ku jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê hêzên desthilatdar ve tên armanc girtin û wiha axivî: "Pêvajoya ku em têde derbas dibin pir hesase, hêzên desthilatdar û hegemonîk di hemû êrîşên xwe de yekem jina azad, zana û siyasetmedar armanc digire. Ji bo wê erka me ya sereke ewe ku em parastina civakê xwe bikin û destkeftiyên jinan biparêzin. Bi ruhê 8'ê Adarê em xwe bi rêxistin bikin parastina xwe ya cewherî xurt bikin."     LI KOBANÊ JÎ BI HEZARAN JIN MEŞIYAN   Bi pêşengtiya Rêxistina Kongreya Star a Kantona Kobanê bi sedan gelê  Kobanê di çarçoveya bernameya 8'ê Adarê de, ji bo piştgiriya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ)'e meşiyan. Yekîneyên Parastina jin YPJ'e di 4'ê Nîsana 2013'an de li Kobanê hatiye damazrandin û yekemîn tabura xwe bi navê Dicele Kobanê avakirin. Rol û misyona YPJ'ê di nava şoreşa Rojava û bi taybet di şerê Kobanê de hebû, YPJ'ê bi berxwedaniya xwe mohra xwe di dîrokê de nivîsand. Di meşê de posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, wêneyên şehîdên YPJ'e, alên Kongreya Star, hêzên ewlekariya Hundirîn û alên Parastina jin hatin hildan. Meş ji qada şehîd Herdem li ser rêka Cerablusê destpêkir û li qada Jina Azad bi dawî bû. Çalakvan li derdura qada jina Azad geriyan. Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo têkoşerên azadiyê, axaftin ji aliyê Endama Meclîsa Jin a Partiya Yekîtiya Demokratîk a herêmê Firatê Sara Xelîl, bi navê Yekîneyên Parastina Jin Sozdar Xelîl axivîn.   'JINÊN ROJAVA BI XÊRA RÊBAR APO BÛN XWEDÎ BIRYAR'    Sara Xelîl balkişand ser rol û misyona YPJ'ê di nava şoreşa Rojava de û wiha got: "Di 8'ê Adara 1857'an de li bajarê Emerîkayê New York'ê 40 hezar karkerên jin ku di kargeha tekstîlê de kar dikirin, dest bi girêva bi rêxistinkirî kirin. Îro em jî li ser mîrasa wan jinan xebatên xwe didomînin. Mîrasê van jinan îro li Rojhilata Navîn bûye pêşeng û jinên Bakur Rojhilatê Sûriyê-Rojava bi saya ramanên Rêber Apo bûne xwediyê biryar. Jinan cihê xwe di nava hemû qadên jiyan de girtine. Li dijî azadiya jin em dibînin ku hişmendiya serdest ya mêr-dewlet êrîş û gefên xwe li ser jinan zêdetir dikin. Li kijan deverê jin dest bi têkoşînê dikin li wir dibe armanca dijmin, mînak komkujiya Parîsê, Silopiya û Helinc. Divê em têkoşîna xwe hîn bilintir bikin û hêzên xwe geştir bikin."   'JIN ŞOREŞÊ DIPARÊZIN   Sozdar Xelîl jî axivî û destnîşan kir ku jin bi hemû hêza xwe  xwedî li axa xwe derdikeve û wiha anî ziman: "Îro em li qada berxwedanê qada jinin. Têkoşer Rêvana, Arîn û bi sedan fedaiyên wek wan axa Kobanê parastin da ku çeteyên DAIŞ'ê bajar dagirnekeç Em jî soz didin ku em ê xeta wan bişopînin û destkeftiyên şoreşê biparêzin."   Meş bi dûrişma "Jin jiyan Azadî" bi dawî bû.