Wê KCDP daneyên xwe yên meya sibatê aşkera neke 2021-03-02 10:41:05   STENBOL – KCDP daneyên tundiya zilam ku her meh aşakera dike wê vê mehê aşkera neke.    Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin (KCDP),  daneyên tundiya zilam ku her meh aşakera dike, biryar girt ku vê mehê aşkera neke. Platformê, têkildarî mijarê li ser hesabê xwe yê twîtterê bi etîketa “#KaçKadın” ev daxuyanî da: “Bila kes hînê hejmaran nebe. Daneyên ku her meh em dibinin ne hejmar in, jiyan jinan a tije têkoşîn e.”   Platformê, destnîşan kir ku wê daneyên meha sibatê aşkera neke û bi peyama “Ji bo rojên ku pêwistî bi aşkerakirina me ya daneyan nemine, ji bo avakirina dinyayeke ku tu jin neye kuştin” ragihand ku wê 5’ê adarê saet 18.30’an de li Beşîktaşa Strenbolê bên gel hev.