‘Me bi nûçegihaniya li ser esasên jinê, rêyek nû vekir' 2021-03-02 09:04:00 AMED - JINHA ku bi dirûşmeya "Û em dinivîsin. Mêr çi difikirin bila bifikirin, em dinivîsin" çapemeniya zayendparêz deşîfre û li ber qalibên heyî rabû, 9 sal li dû xwe hiştin. Berdevka Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê û edîtora Jinnewsê Ayşe Guney got: "Jinên dadikevin kuçeyan ji me, em jî ji wan hêzê digirin."  Ajansa Nûçeyan a Jinê (JINHA) di 8'ê Adara 2012'an de bi dirûşmeya "Û em dinivîsin. Mêr çi difikirin bila bifikirin, em dinivîsin" dest bi weşanê kiribû û çapemeniya zendparê deşîfre kiribû û li ber qlaibên heyî rabûbû. JINHA, li Tirkiyeyê yekem ajansa nûçeyan a jinan bû ku li Amedê hatibû avakirin. Lê belê di 29'ê Cotmeha 2016'an de bi KHK'yê hatibû girtin. Piştî vê li ser heman asasî di 25'ê Îlona 2017'an de Jinnews hat avakirin. Edîtora Jinnewsê Ayşe Guney, bi boneya 9 saliya JINHA'yê de axivî û got: "Jinên dadikevin kuçeyan ji me, em jî ji wan hêzê digirin."    PEYAMA JINHA'YÊ   Gulşen Koçûk ku berê edîtor û nûçegihana JINHA'yê bû û niha di Jinnewsê de dixebite, 8'ê Adarê wekî liberrabûna jinan a li hemberî tahdeya pergala serdest a mêrî pênase kir. Koçûk, bilêv kir ku avakirina JINHA'yê jî li ser asasê vê têkoşînê bûye. Koçûk got: "Hem ji bo jinan hem jî ji bo rojnamevanên jin pir grîng e. Hûn, li hêlekê li ber tahdeyê radibin û li hêla din jî dengê wê li berrabûnê dibihîsin. Lewma di 8'ê Adarê de avakirina ajanseke jinan pir girîng bû."   Koçûk, destnîşan kir ku peyama ku JINHA'yê dixwest bide, giha seranserê cîhanê.    BI PÊNÛSA HEQÎQETÊ   Koçûk, bilêv kir ku zimanê nûçeyan ê Jinnewsê yê derbarê jinan de, ji JINHA'yê wergirtine. Koçûk, bilêv kir ku JINHA'yê pêşiya weşanên din vekiriye û got: "Gava jinek tê kuştin, bi êrîşeke taciz, tecawizê re rû bi rû dimîne, em hîn dibin ku bê ji bo çi êrîş pêk hatiye. Ji lew re êdî çapemeniyeke ku bi vê re eleqedar dibe heye."    Koçûk got: "Me digot, 'Û em dinivîsin. Mêr çi difikirin bila bifikirin, em dinivîsin.' Lê piştî hat girtin, têkoşîna nûçegihaniya jinan bi dawî nebû. Piştî wê Şûjin hat, piştî wê Nû JINHA hat. Ê ev mînak hê jî zêde biin. Madem em nîviyê cîhanê ne, nexwe pêdivî bi nûçegihaniyeke wiha jî heye. Heya ku ev pêdivî hebe, em ê bi pênûsa heqîqetê binivîsin."    TABÛ HATIN RÛXANDIN    Bedevka Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê û edîtora Jinnewsê Ayşe Guney, nûçegihaniya jinê wekî "nûçegihaniyeke wêrek" pênase kir û got: "Ji lew re tu mecbûr î her tiştî binivîsî û nîşan bidî. Tu mecbûrî bi şik û guman nêzî her tiştî bibî. Gava jinek tê kuştin, çapemeniya hewzê ya nêzî îqtidarê gelek hincetan dide der; 'etegê kin li xwe kiriye', 'bi şev derketiye derve' hwd. Bi vî awayî kuştina jinê tê rewakirin. Çapemenî hewaleyî darazê dike. Daraz jî bêyî ku ceza bibire, mêr wekî kesekî pak dide der. Ev di bara civakê de jî werê tê nîşandan. Lê me bi nûçegihaniya jinê, ev tabû hilweşandin."    PERÇEYEK TÊKOŞÎNÊ    Guney, destnîşan kir ku zimanê çapemeniya heyî, tahdeyê qewî dike û got: "Nûçegihaniya li ser asasê jinê, rêyeke nû vekir. Jinên dadikevin kuçeyan hêzê ji vê digirin. Em jî hêzê ji wan digrin. Ji lew re em bi hev re li kuçeyan e. Ew dirûşmeyan berz dikin, em jî dîmenên wan digirin. Yanî em perçeyek têkoşînê ne. Em xwe derî têkoşîna jinên nabînin. Asta ku niha me bi dest xistiye, bi saya JINHA'yê ye. Helbet pir qîmeta wê nehat zanîn û xwedîtî lê nehat kirin, lê wê dîrok bal bikişîne ser vê. Pîşeya me ne pîşeyeke ku di nava çar dîwaran de bê hespkirin û hûn nikarin fikirên jinan kelemçe bikin."    8'Ê ADARÊ    Guney, bilêv kir ku jin her sal di 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de bi daxwazine cuda dadikevin qadan û got: "Îsal jî wê bi daxwaza 'Guherandina pergalê û azadî' dakevin qadan. Daxwazên jinan, daxwazên me ne. Em baş dizanin jiyana herî xweşik, bi destên jinan pêkan e. Yek ji rojevên sereke yên jinan jî tecrîd e. Her diçe tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kûrtir dibe û bandorê li hemû qadên jiyanê dike. Ev yek herî zêde bandorê li jinan dike, bandorê li çapemeniya azad dike. Em li dijî tecrîdê, azad û rêxistinbbûyînê diparêzin. Em çapemeniya jinê, hêvî dikin ku 8'ê Adarê ji bo jinan û civakan bibe wesîleya azadiyê. Em 8'ê Adara jinan pîroz dikin."    MA / Eylem Akdag