Jinan li Dersimsê starta 8’ê Adarê hat da 2021-03-01 12:11:35   DERSIM – Meclisa Jinan a HDP’ê, li Dersimê starta 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê da.    Meclisa Jinan a HDP’ê ya Dersimê, li avahiya HDP’ê ya bajar, bi civîneke çapameniyê starta 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê da. Jinan di civînê de pankarta “Serhildana me ji bo azadiya me” vekirin. Di civînê de Hevseroka HDP’ê ya Bajar Nûrşat Yeşîl axivî û diyar ku wê terka maf û jiyana xwe nekirin.    Hevserok Nûrşat Yeşîl, da zanîn ku wê di 8’ê Adarê de bi hemû jinan re daxwazên xwe qîr bikin û wiha got: “Li dijî tundiya zilam, binpêkirina mafan, revandin û windakirinan, qetilkirina jinan, tacîz û tecawiz, lêgerînên tazî, şertên tecrîdê û her cura gotinên tundî û kînê yên li hemberî jinan serhildana me azadiya me ye. Em ji bo jinan edaletê dixwazin. Em ê dev ji maf û jiyana xwe bernedin. Li dijî edaleta zilam em ê bi hev re edaleta jinê pêk bînin. Em ê di 8’ê Adarê de li benda hemû jinan bin.”   Piştî daxuyaniyê starta 8’ê Adarê hat dayîn.