Welatiyên jin: Em birçîbûnê qebûl dikin lê xerakirinê qebûl nakin 2021-03-01 09:16:24 AMED - Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi dirûşmeya "Li Sûrê vejîn dest pê dike" dest bi xerakirina xaniyên taxa Ben û Senê kiriye. Lê şêniyên taxê yên jin li dijî xerakirina taxê ne. Jinan anîn ziman ku ew qayilin birçî bibînin, lê qebûl nakin ku xaniyê wan bê qerakirin.  Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li Taxa Şehîtlik a Navçeya Yenîşehîr a Amedê, bi dirûşmeya "Li Sûrê vejîn dest pê dike" bi navê "Restorasyonê" dest bi xerakirina xaniyên li ben birçên Ben û Senê kiriye. Welatiyên jin ên li taxê li dijî xerakirina xaniyan bi bertek in. Welatiyan anîn ziman ku qeyûm war û xaniyên wan bi 50- 90 hezar tl dikire, lê bi 300 - 800 hezar tl difiroşe wan. Webatiyên semta Ben û Sen'ê yên jin anîn ziman ku xaniyê wan xera bibe dê bê cih û bê war bibînin. Jinan destnîşan kirin ku ew dê destûr nedin xerakirinê.    Şeniya Semtê Şemsihan Ugur, anî ziman ku 22 salin li semta Ben û Senê dijî û wiha got: "Aboriya min nebaş e. Bi rêk û pêk nikarin debara xwe bikim. Ez dayika 5 zarokan im. Qeyrana abori herî zêde bandorê li ser jinan dike. Êdî em nikarin pêdiviyên mutbexa xwe temîn bikin. Hemû barê debara malê li ser milê min e. Ez nikarin fatûra av û ceyranê bidim. Em naxwazin ji tax û xaniyên xwe derkevin."      Şêniya semtê Gulcan Kayadelen jî anî ziman ku ew li vir di xaniyê kirê de ye û wiha got: "Em niha xwe amade dikin ku bar bikin. Lê heqê em pê bar bikin tune. Ez nikarin şîr ji zarokên xwe re bikirim. Em nikarin rûpoş jî bistînin. Em herçarin her rûpoşê 4-5 rojan bidin ber devê xwe. Em jin bêtir mexdûr dibin. Ev yek bandorê hem li beden û hem jî li ruhê me dike. Ez dayika 3 zarokan im. Nikarin debara malê bikim. Hemû xebatkarên dewletê ji vê qeyrana aborî berpirsiyar in. Mehê 20 hezar tl distînin. Ji bo wan qeyran tune. Lê ji bo me qeyran heye. "    Şêniya taxê Şahime Kaymaz jî anî ziman ku qeyrana aborî herî zêde bandorê li ser wan dike û wiha got: "Ji ber hevjînê min bi qumarê lîst me dest ji hev berda. Debara malê ez dikim. Heta nîvê şevê ez û keça xwe karê dirûnê dikin û debara xwe dikin. Em dixwazin birçî bimînin. Lê em naxwazin xaniyê me xera bibe. "