'Divê jin mafê xwe bistînin' 2021-03-01 09:11:23 ŞIRNEX - Jina koçer Asya Ertan a di temenê xwe yê zarokatiyê bi zorê tê zewicandin û her tim rastî tundiyê hat, da zanîn ku tu carî nikare dest ji têkoşînê berde. Ertan a bi stranekê jiyana xwe tîne ser ziman wiha got: "Divê jin mafên xwe bi dest bixin." Rolên civakî ku ji aliyê zilaman ve ji jinan re hatine diyarkirin, bandora xwe didomînin. Ji ber vê jî jin jig elek mafên xwe yên bingehîn bêpar tên hiştrin. Yek ji van rolan jî biryara zewacê ya jinan e. Li Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê bi hezaran jin ji aliyê malbatên xwe ve di temenê biçûk de hatine zewicandin. Yek ji jinên ku ji zarokatiya wê jê hatiye dizîn û di 15 saliya xwe de bi zorê hatiye zewicandin Asya Ertan (40) e.   Asya Ertan, li navçeya Dihê ya Sêrtê ji dayik bûye û piştî ku tê zewicandin, li navçeya Hezexê ya Şirenxê bi cih dibe. Ertan, niha jî li qontarên çiyayê Spî yê Hezexê koçeriyê dike. Malbata Ertan, di 15 saliya wê de wê zorê dide zewicandin û hîn di zarokatiya xwe de ducanî dibe. Bi her cûre tundiyê re rû bi rû dimîne, lê dev ji têkoşîna xwe ya li dijî zilam bernade. Tişta ku herî zêde wê aram dikin jî çiya û zozan in. Ew hesreta xwe ya zarokatiyê carna ji çiyayan re carnan jî ji zozanan re vedibêje.    KEDA JINAN NABÎNIN   Ertan, têkildarî serboriya xwe axivî û diyar kir ku her kêliya jiyanê ku ji zilaman re tê fedakirin divê veguhere têkoşînê û wiha got: “Ez di 15 saliya xwe de bi daxwaza malbata xwe hatim zewicandin û 24 sal in zewicandî me. Min gelek zor û zehmetî derbas kirin. Lê xweza û xwedîkirina sewalan kêfxweşî û aramiyê dide min. Ji 15 saliya xwe heta niha her roj ber banga sibehê radibim û heta roj ava dibe dixebitim. Lê tevî ewqas ked, êş û elem jî zilam keda me nabînin. Her tim keda jinan sivik dîtine. Dema ku zewicim fêm nedikir, pir tirsiyam û gelek zor û zehmetî dît. Min tundî û lêdan dît.”   'DEMA KU DUCANÎ MAM GELEK TIRSIYAM'   Di berdewamê de Ertan, destnîşan kir ku di hundirê wê de xemgîniya zarokatiya wê ya ku nejiya heye û got ku tirsa herî mezin dema ku ducanî maye jiyaye û têkildarî mijarê ev tişt anîn ziman: “Di 15 saliya xwe de ducanî mam. Dema ku ducanî mam, min gelek şerm kir û gelek tirsiyam. 7 zarokên min mirin. Her heft jî piştî ku çêdibûn û 6 mehan dijiyan û piştre dimirîn.  Ez çûm her bijîşkî lê sedema vê nehat zanîn. Niha 5 zarokên min hene. Ev 5-6 sal in jî zarokên min çênabin.”   'ŞÛNA KU EM JI WAN MAF BIXWAZIN...'   Têkildarî wekheviya jin û mêran de jî Ertan, bi lêv kir ku ew bawer nake mêr û jin rojekê wekhev bijîn û wiha pêde çû: “Her tiştî em jin dikin, mêr torbeyek ka jî vala nakin. Dibêjin karê jinan pir hêsan e. Lê ew karê ku em dikin, ew nikarin bikin. Zor û zehmetiya zilaman tune ye, lê ya me jinan pir e. Heke jin nebe bawer nakim ku mêr ewqas zêde bijî. Gelek teral in û ji xebatê re xîreta wan tune ye. Ez bawer nakim ku rojek were jin û mêr bi awayeke hevpar bîjin. Wê çawa bibe ku mêr firaqan bişo û mal paqij bike? Yan jî ez çayê çêbikim û ew jî xwarinê çê bike. Nizanim, lê baweriya min û hêviya min ji mêr tuneye. Divê em jin li şûna ku ji zilam maf bixwazin tiştê ku heqê me ye em ji wan bistînin. Ez ji niha ve 8'ê Adarê li hemû jinên karker,têkoşer û berxweder pîroz dikim. Bila ev 8'ê Adar bibe wesîleya bilindkirina daxwaza azadiyê.”   Herî dawî Ertan bi strana “Hamza Şehîd Bûye” hêst û êşa xwe wiha anî ziman: “Heyle mîro îro warê me de şînek bûye ev 7-8 rojên mine jiyana me dinale. Serê vê sibehê daholek lê dikeve lo dengê wê pir girane, lo pir girane. Keçê me tev xemilîne herdû çavên xwe kil dane dîsa çi bûye hogirino çi bûye? Milet civiyaye. Xeber anî şehîd bûye Hemze Yeşîl pêla Wanê. Ne haware, ne gazî ye lo kela dilê, lo hêrsa minê. Erê hevalno, erê hogirno serê xwe rakin Hemze li ser milê xwe bikin. Bi mİlyonan di riya we de wa serxwebûn nêzîk bûye.”   MA / Zeynep Dûrgût