Li Sîlîvriyê 2 jin hatin qetilkirin 2021-02-28 16:40:46 STENBOL – Li navçeya Sîlîvriyê kesê bi navê Mûrat Berk, dayika xwe Gulsum Berk û damariya xwe Guler Kaya qetil kir.    Li navçeya Sîlîvrî ya Stenbolê kesê bi navê Mûrat Berk (33), dayika xwe Gulsum Berk û damariya xwe Guler Kaya bi çekê qetil kir. Berk, dayik û damariya xwe qetil kir, li hevalekî xwe geriya û agahiya kuştin wan dayê û piştre dawî li jiyana xwe jî anî. Piştî ku polis û tîmen tenduristiyê hatin cihê bûyerê, cenazeyan ji bo otopsiye rakirina Saziya Tipa Edlî (ATK). Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.