YDK: Dijminatiya jinan bi destê desthilatê tê asayîkirin 2021-02-25 14:42:31   STENBOL - Jinan bal kişand ser şopa îşkenceyê ya cenazeyê endama TKP/ML-TÎKKO Gokçe Kurban a li Dersimê jiyana xwe ji dest dabû û diyarkirin ku rapora pêş otopsiyê tê veşartin.   Jinên bi banga Jina Demokrat a Nû (YDK) li Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê hatin gel hev, bal kişandin ser îşkenceya li cenazeyên endamên TKP/ML-TÎKKO’yê Alî Kemal Yilmaz (Ozgur) û Gokçe Kurban (Asmîn) ên par li Dersimê di navbera 2 û 4’ê cotmehê de bi bombebaranê jiyana xwe ji dest dan. Jinan bi dirûşmeya “Ji bo ku jin li tariyê şiyar nebin em ji rojê re bibin Asmîn” civîna çapemeniyê li dar xist û pankarta “Ji bo ku tu kes li tariyê şiyar nebe em ji rojê re bibin Asmîn” daliqandin.   ‘EKÎN DI BÎRA MIROVAN DE YE’   Li ser navê jinan endama YDK’ê Tûba Apaydin axivî. Apaydin bi bîr xist ku Kurban û Yilmaz di encama bombebarana hewayî de jiyana xwe ji dest dan û wiha axivî: “Di teşhîskirina cenazeyan de aşkera bû ku serê her du gerilayan hatiye birîn û seriyên wan hatiye windakirin. Birîna serê Gokçe Kûrban û îşkencekirina bedena wê dijminatiya jinan û polîtîkayên şer ên ji çeteyên DAÎŞ’ê tu ferqa wan neyî dide nîşandan.” Apaydin diyar kir ku îşkenceya di 10’ê tebaxa 2015’an de li endama YJA Starê Kevser Elturk (Ekîn Wan) hat kirin hêj di bîra mirovan de ye û îşkencekirina cenazeyê Gokçe Kurban hêrsa wan zêdetir kiriye.   RAPORÊN OTOPSIYÊ TÊN VEŞARTIN   Apaydin da zanîn ku di pêvajoya teslîmkirina cenaze de bi qasî du mehan îşkence li cenaze hatiye kirin û wiha got: “Di laşê Gokçe Kûrban de ji ber bomberbaranê tu şop nînin. Ji ber gef û tacizên esker û polîsan destûr nehat dayîn ku wêne bên kişandin. Bi vî awayî belgekirina îşkenceyê hat astengkirin.” Apaydin destnîşan kir ku rapora pêş otopsî û otopsîyê tê veşartin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Sedemê van tiştan hemû veşartina îşkenceyê ye. Dijminatiya jinan bi destê desthilatê tê asayî kirin. Em bang li jinan dikin ku piştevaniya jinan mezin bikin.”