Li Dîlokê jinek hat qetilkirin 2021-02-18 13:28:49   DÎLOK – Li navçeya Şahînbeyê zilamê bi navê Alî Huseyîn piştî ku îşkenceyê li hevjîna xwe Nûr Cemîl Huseyîn kir, ew qetil kir.    Li taxa Baydillî ya girêdayî navçeya Şahînbeyê ya Dîlokê Alî Huseyîn (38) ê ji Sûriyê îşkence li hevjîna xwe Nûr Cemîl Huseyîn (35) kir û pişt re jî ew bi sîlehê qetil kir.    Bûyer li malê pêk hat û 5 zarokên wan bûn şahidê bûyerê û li ser qîrina zarokan cîran çûn hewarê. Cîranan agahî da tîmên tenduristiyê û polîsan. Piştî ku tîmên tenduristiyê hatin cihê bûyerê mudaxile kirin lê hat diyarkirin ku Nûr Huseyîn jiyana xwe ji dest daye. Cenazeyê Nûr Huseyîn rakirin morga Saziya Tiba Edlî.    Hat zanîn ku kujer piştî bûyerê reviyaye û hêj nehatiye girtin.