Ji bo debara xwe bikin gûzan dişikînin 2021-02-18 09:16:04 MÊRSÎN -  Gulşen Algoren ku ji bo debara xwe bike li malê gûzan dişikîne, anî ziman ku ew û jinên taxê bi hev re vî karî dikin û bi vî awayî ruhê piştevaniyê xurt dikin.  Li Taxa Kurdalî ya navçeya Akdenîz a Mêrsînê, jin ji bo debara mala xwe bikin karê şikandina gûzan dikin. Yek ji van jinan jî Gulşen Algoren a 38 salî ye. Algoren, rojê 3 kîs gûz dişikîne.    Algoren û malbata wê di sala 2011'an de piştî erdhejê ji Wanê bar kirine û koçî Mêrsînê kirine.    BI 15 TL'YAN    Şîrketên taşeron, gûzên ku ji Almanya, Makedonya û welatên din tên li jinên taxê belav dikin. Algorenê anî ziman ku 25 kîloyan bi 15 TL'yan dişikîne û di 3 rojan de 6-7 kîs gûz dişikîne. Algoren, bal kişand ser zor û zehmetiyên şikandina gûzan û got: "Ewilî bi mirov zehmet tê, lê dû re tu hîn dibî. Gava gûz baş bên şikandin, navika wan bi rihetî dertên. Divê hundirê gûzan pir hûr nebe. Meriv dibetile. Milên me diêşin. Lê gava tu tevî çend kesan bikî, zûtir diqede. Heya êvarî 3 çewal gûz dişikînim. Hem karê xwe dikim hem jî gûzan dişikînim."    ALIYÊ HEV DIKIN    Algoren, diyar kir ku qalikên gûzan jî navêjin û ji bo şewitandinê wan difiroşin firinan. Algoren, bilêv kir ku kîsê qalikan jî bi 7 TL'yan difiroşe û bi vî pereyî jî lazmatiyên xwe dikire. Algoren, destnîşan kir ku li taxê gelek jin vî karî dikin û roja dinya tav be li ber deriyê malê bi hev re dikin. Algoren, danî ziman ku gava hin cîran karê di dest xwe de neqedînin aliyê hev dikin û bi vî awayî ruhê piştevaniyê jî xurt dikin.    MA / Omer Akin