Îdianameya derbarê 33 jinan de ji paragrafekê pêk tê 2021-02-05 10:25:10   ENQERE – Derbarê jinên gotin “Peymana Stenbolê dide jiyîn” doz hat vekirin û di îdianameya dozê de tenê paragrafek heye. Jinan got ev doz ne hiqûqî ye û dê têkoşîna xwe bidomînin.     Platforma Jinan a Enqereyê di 12’ê tebaxa 2020’an de li dijî nîqaşên ji vekişandina Peyama Stenbolê çalakî li dar xistibûn û hatibûn binçavkirin. Pişt re 33 jinên hatibûn binçavkirin hatibûn berdan. Derbarê van her 33 jinan de doz hat vekirin. Îdianameya derbarê jinên gotibûn “Peymana Stenbolê dide jiyîn” ji aliyê Dadgeha Cezayê Asliye ya 28’emîn a Enqereyê ve hat pejirandin. Doz jî bi hêceta ku jinan “muxalefeta qanûna xwepêşandan û meşan a hejmara 2911’an kiriye” hatiye vekirin. Gelek aktîvîstên jin, parêzer û siyasetmedar ji vê dozê dê werin darizandin.    DÊ TÊKOŞÎNA XWE BIDOMÎNIN    Ji jinên doz li wan vebûn Arzû Kûrt, Sevînç Hocaogullari, Nebiye Mertturk û Fatma Kiliçarslan derbarê doza li wan hatiye vekirin ji ajansa me Mezopotamyayê re axivîn û berteka xwe li dijî dozê anîn ziman. Jinan anî ziman ku yên bi peymanê nizanibin nemane û darizandina wan jî ne rewa ye. Jinan got îdianameyek ne li gorî hiqûqê hatiye amadekirin û îdianameyek ji paragrafekê pêk tê hatiye amadekirin. Jinan got ew ê serê xwe li ber van doz û çewisandinan netewînin û dê têkoşîna xwe bidomînin. Jinan da zanîn ku ev doz êrişa li ser destkeftiyên jinan û civakî ne û ne mimkin e ew vê dozê hiqûqî şîrove bikin.