Dadgehê ji bo jina ku tecawizî wê hat kirin got, 'bi dilê wê bûye' 2021-02-05 09:07:18 KILÎS  - M.O.K., tecawizî A.B.'yê kir. Ji "îspatkairina tecawizê" rapor berpêşî dadgehê hat kirin, lê belê dozgeriyê derpêş kir ku "bi dilê wê bûye" û doza beraeta kiryar kir. A.B. got: "Ez ê dev ji doza xwe bernedim."  Li Kilîsê M.O.K. di 12'ê Nîsana 2019'an de tecawizî A.B.'yê kiriye û bi ser de jî lêxistiye. Piştî vê A.B., jî çûye Serdozgeriya Komarê ya Kilîsê û giliyê M.O.K. kiriye. M.O.K. hatiye binçavkirin û paşê Dadgeriya Ceza ya Sulhê ya Kilîsê ew berdaye.    DADGEH: BI DILÊ WÊ BÛYE    Serdozgeriya Komarê ya Kilîsê, derbarê M.O.K. de bi tawanbariya "êrîşa zayendî", "birîndarkirin" û "gefxwarin bi çekê" îdianame amade kir. Dadgeha Cezayê Giran a Kilîsê jî bi heman tawanbariya îdianame qebûl kir.    Di dema dozê de li Saziya Tiba Edlî ya Enqereyê rapor hatiye amadekirin û di raporê de jî hatiye piştrastkirin ku DNA'ya M.O.K. hatiye tespîtkirin û her wiha di raporê de hatiye diyarkirin ku M.O.K. li A.B.'yê jî xistiye.    Danişîna dawî ya dozê di 1'ê Sibatê de hat lidarxistin. Meqama îdiayê di mutalaaya xwe de diyar kir ku "di bûyerê de tişta hatiye kirin bi dilê kesa mexdûr bûye." Piştî vê parêzerên A.B.'yç doza reddî hakim kirin. Heyeta dadgehê jî ji bo vê daxwazê danişîn taloqî 7'ê Nîsanê kir.    TE KIR QÎRÎNÎ?    A.B. tiştên hatine serê wê gotin.    A.B., anî ziman ku di danişîna ewil de tişta hatiye serê wê gotine, lê belê heyeta dadgehê bi pirsên xwe tim axaftina wê biriye û ji ber van pirsan nikaribûye travmaya bûyerê xweş bibêje. A.B., diyar kir ku ji ber zextên dadgehê ji bêgavî gelek hûrgulî gotine û got: "Jixwe bi zorê diaxifîm. A mexdûr ez im, lê te digot qey dixwestin min têxin nav nakokiyan."    A.B., bilêv kir ku parêzerên bersûc jî pirsên derbarê jiyana wê ya taybet de jê kirine.   A.B., destnîşan kir ku parêzerên bersûc bi pirsên xwe heqaret lê kirine, lê belê gava îtiraz kiriye bi bertekên heyeta dadgehê re rû bi rû maye. A.B. got: "Te digot qey a mexdûr ne ez im. Herî zêde jî pirsa 'di dema bûyerê de te kir qîrînî, te li ber xwe da?' jê hatiye kirin."    RAPOR HEYE CEZA TUNE YE    A.B., anî ziman ku dadgehê ji bo "îspatkirina" tecawizê rapor xwestiye û rapor ji ATK'ê hatiye, lê belê cardin jî bersûc nehatiye cezakirin. A.B. got: "Car carinan ez û bersûc leqayî hev tên. Bi awirine wekî ku bibêje 'te gilî kir, ka çi bû?' re rû bi rû dimînim. Wekî ku tu tişt nebûbe heyata xwe didomîne. Heya kesên wiha neyên cezakirin, dê baweriya min û jinên wekî min bi edaletê nemîne."    ‘EZ Ê DEV JI DOZA XWE BERNEDIM'    A.B. got: "Li holê rapor hene, lê biryara beraetê biryareke pir giran e. Ez ê dev ji doza xw ebernedim. Biryara dadgeha xwecihî çi dibe bila bibe, ez ê dev ji vê doza xwe bernedim."    MA / Hamdûllah Kesen