'Bi hezaran Gokkan têkoşînê bilind dikin' 2021-02-04 09:05:38 COLEMÊRG - Jinên HDP'î anîn ziman ku bi girtina Berdevka TJA'yê Ayşe Gokkanê, hatiye xwestin ku jinên berxwedêr bên tepisandin û gotin: "Bi hezaran Gokkan li derve ne û têkoşînê bilind dikin."  Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan di 28'ê Çileyê de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" û "rêvebiriya rêxistinê" hatibû girtin. Bertek û nerazîbûnên li dijî girtina Gokkanê didomin.    Endamên Meclîsa Jina ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Geverê girtina Gokkanê nirxandin û destnîşankirin ku armanca girtinê ew e ku jinên berxwedêr ên li dijî polîtîkayên zext û zoriyê li ber xwe didin bên tepisandin.    SEKNA GOKKANÊ    Oznûr Evîn a HDP'î anî ziman ku zext û zoriyên li ser jinan û destkeftiyên wan pir zêde bûne. Evîn, bilêv kir ku îqtidara ku qanûnan pêk nayne, berê xwe daye jinan û sedema van zext û zoriyan jî berxwedana jina ye. Evîn, destnîşan kir ku Gokkan sembola serbilindiyê ye li dijî feraseta nêrza.    'TJA'YÊ PAŞ DE GAV NEAVÊT'    Evîn got: "Armanca feraseta nêrza bi zext û zoriyan, tehekumiya feraseta nêrza ya 5 hezar salî bidomîne. Em diyar dikin dê têkoşîna me ya li dijî zextên li ser destkeftiyên jinan bidome. Tê xwestin ku jinên berxwedêr bên tepisandin. Êrîşî destkeftiyên jinan dikin. TJA, li dijî van êrîşan paş de gav neavêt. Meclîsên jinan ên HDP'ê jî bi heman awayî xebatên xwe didomîne."   Evîn, ji bo têkoşîneke hevpar bang li hemû jinan kir û got: "Em hebûn, em ê hebin û em ê tim hebin. Em ê serî netewînin. Dibe ku hevalên me dîl bigirin, lê dê binçavkirin û dîlgirtin nikaribin me bitepisînin. Em ê bi xebatên xwe xwedî li destkeftiyên jinan derkevin."    'BI HEZARAN GOKKAN LI DERVE NE'    Halîme Sure ya HDP'î jî anî ziman ku heya niha Gokkan gelek caran hatiye binçavkirin û got: "Li her derî jin tên kuştin. Her diçe tahdeya li jinan tê kirin zêde dibe. Lê ev tahde û zext dê nikaribin me bitepisînin. Em ê li her derî têkoşîna jinê bilind bikin."    Sure, destnîşan kir ku armanca feraseta nêrza tunekirina jina ye û got: "Jin, nêzîkatiyên bi vî rengî qebûl nakin. Gokkanê girtin, lê bi hezaran Gokkan li derve ne. Jin hemû divê rabin ser xwe û li dijî zilmê rabin."