Armanca girtina Ayşe Gokkan pêşîlêgirtina tevgera jinê ye 2021-02-02 09:01:37 AMED - Nûnerên saziyên jinan nerazîbûna xwe ya ji bo girtina Berdevka TJA'yê Ayşe Gokkanê anîn ziman û bilêv kirin ku armanca vê biryarê çavtirsandina jinan û astengkirina têkoşîna azadiyê ya jinê ye.  Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan di 28'ê Çileyê de hat girtin. Nerazîbûnên ji bo girtina Gokkanê didomin. Rêvebira OHD'ê Seda Zengîn diyar kir ku biryara girtina Gokkanê biryareke derbarê hemû jinên kur de ye û bi vê biryarê hatiye xwestin ku jin çavtirsandî bibin. Zengîn, destnîşan kir ku armanca sereke ya binçavkirin û girtinên dawî têkoşîna azadiyê ya jina ye. Zengîn, bilêv kir ku biryara hatiye dayîn biryareke kêfî û siyasî ye û got: "Çendî ku di biryarê de hatibe gotin 'gumana ku bireve heye û biryara kontrolkirina edlî têr nake' jî em baş dizanin ku ev biryareke siyasî û kêfî ye."    XEBATEKE 35 SALAN    Seda Zengîn, bilêv kir ku di dosyeya derbarê Gokkanê de delîleke berbiçav jî tune ye û got: "Ayşe Gokkan, 35 sal in têdikoşe û jineke kurd e. Xebatên xwe yên 35 sal berê niha jî dike. Lê belê xebatên wê yên wê çaxê ne sûc bûne, niha wekî sûc tên hesibandin."    Seda Zengîn, bibîr xist ku Gokkan li dijî dîwarê şermê yê hatibû xwestin di navbera Nisêbîn û Rojavayê de bê lêkirin ketibû rojiya mirinê û got: "Bi vî awayî nîşanî hemû cîhanê da ku tu hikma sînoran tune ye. Di êrîşên li ser Peymana Stenbolê de jî ji bo bilindkirina rêxistinbûyîna jinan bênavbe rxebitiye. Ji ber vê di şexsê Ayşe Gokkanê de xebatên TJA'yê û rêxistinbûyîna jinan hedef hatiye girtin."    HIQÛQA AZADIYÊ    Seda Zengîn, anî ziman ku ji bo jinan û parêzerên jin hiqûqa jinê "hiqûqa azadiyê" ye û got: "Lewma biryarên feraseta nêrza briyarên ji bo krîmînalîzekirina têkoşîna jinê ne û ev biryar nayên qebûlkirin. Em xwedî li têkoşîna Ayşe Gokkanê û hemû jinên din derdikevin û em dubare dikin ku em ê dev ji têkoşîna ji bo mafên xwe bernedin."    PÊNGAVA QELSKIRINÊ    Hevseroka Şaxa Jimare 1 a Egîtîm Sen a Amedê Emîne Akşahîn jî got: "Girtina Gokkanê, pêngaveke qelskirina tevgera jinên kurd û cîhanê ye." Akşahîn, diyar kir ku Gokkanê di her şert û mercan de ji bo jinan têkoşiyaye û got: "Gokkan ew jin e ku li ber polîtîkayên tepisandinê yên îqtidarê serî netewandiye."   Akşahîn, diyar kir ku dê ev girtin nikaribin pêşî li ber têkoşîna jinê bigirin.    JINÊN PÊŞENG HEDEF TÊN GIRTIN    Endama Meclîsa Jina Sosyalîst Satiye Ok jî destnîşan kir ku di heedefa êrîşkar a îqtidara AKP'ê de jinên pêşeng hene û got: "Îqtidara AKP'ê, ji bo pêşî li ber tevgera jinê bigire, jinên pêşeng digire. Lê em jin em ê li hemberî vê tahdeya nêrza û dewletê têkoşîna xwe li dor zemîneke yekbûyî bidomînin. Ji bo ku sala 2021'ê bibe sala destekeftiyên mezin ên têkoşîna azadiyê ya jinê em ê têkoşîna xwe dorfirehtir bikin."    MA / Eylem Akdag