Parêzer Kozan: Di hiqûqê de beramberiya xweparastinê parêziya rewa ye 2021-01-28 09:43:40 ENQERE - Parêzer Çîgdem Kozan anî ziman ku di hiqûqê de beramberiya xweparastinê parêziya rewa ye, lê belê gava mesele jin be pêk nayê û got: "Di vê pergalê de, mêrekî ku jinekê bikuje, ji jineke ku li dijî tecawizê xwe diparêze meqbûltir e."    Li Antalyayê Melek Îpekê, li Enqereyê Nîmek Akgunê û li Mêrsînê Alîme Toprakê ji ber tahdeya li wan hatibû kirin xwe parastibûn. Lê belê ji ber ku nemirin xwe parastibûn, hatibûn girtin. Her diçe hejmara jinên ji ber xweparastinê tên girtin zêde dibe.   Endama Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Parêzer Çîgdem Kozan jî parêzertiya dosyeyeke bi vî rengî dike. Jina ku ji be rtahdeya hevjînê xwe xwe parastibû, sal û 2 meh in ji ber birîndarkirinê bi awayekî negirtî tê darizandin. Kozanê, diyar kir ku Dadgeha Ceza ya Asliyeyê, dosye wekî "hewldana kuştinê ya bi qesdî" pênase kiriye û ji Dadgeha Cezayê Giran re şandiye.    Kozan, diyar kir ku îtirazên wan hatne redkirin û wiha behsa dosyeyê kir: "Çalakiya ku muwekîla min ji bo xweparastinê kiriye, ji tahdeya ku mêr bi salan dike girantir hatiye hesibandin. Dadger, gava mesele jin be, bi awayekî din li dosyeyê dinere. Mêrantiya di paratîka darazê de, di vir de bêtir eyan dibe. Bi îdiayên pûç ên hêla din, tiştekî din li dosyeya me bar kirine. Aşkere ye ku li Dadgeha Cezayê Giran pêvajoyeke giran li benda me ye."    PERGALEKE RIZIYAYΠ   Kozan, zor û zehmetiyên di vî warî de jî bilêv kirin: "Daraza mêr, tim dîwarekî nû li ber me lê dike. Mixabin muwekîla min a ku tahde lê hatiye kirin û xwe parastiye, bi sifetê bersûc tê darizandin. Bi destê darazê wateya vê ev e; 'tu nikarî xwe biparêzî, tu nikarî jiyana xwe biparêzî, tu mecbûr î serî bitewînî, yan na em ê te bidarizînin û ceza bikin.' Ev yek bixwe rizandina pergala darazê nîşan dide. Wekî ku bersûc ne mêr be, tev digere."    ‘BERAMBERIYA WÊ YA DI HIQÛQÊ DE PARÊZIYA REWA YE'    Kozan, destnîşan kir ku di pergala hiqûqê ya heyî de beramberiya xweparastinê parêziya rewa ye û got: "Xweparastin xwe dispêre dozînên herî sereke yên mirovan. Jixwe di qanûna ceza de tê gotin ku gava di parêziya rewa de ji ber heyecan, tirs hwd. sînor bê derbaskirin, cezakirin tune ye. Lê belê tu dibêjî qey ev xal ji bo pêk neyên hatine bicihkirin. Hele wexta jin be, qet esas nayên girtin."    Kozan, anî ziman ku girtina jinên ku ji ber xweparastinê tên girtin dijî hiqûqê ye û got: "Parêziya rewa, sedemeke bêcezatiyê ye. Lê gava jin xwe diparêzin û daraz ceza li wan dibire, ev yek mêrantiya di darazê de bi awayekî aşkere dide der."    Kozan got: "Di vê pergalê de, mêrekî ku jinekê bikuje, ji jineke ku li dijî tecawizê xwe diparêze meqbûltir e."    ‘SERÎRAKIRIN E'    Kozan, destnîşan kir ku xweparastina jinê dijî pergala darazê ya nêrza ya dewletê ye û got: "Ev serîrakirina jinê, pergala nêrza ji binî de dihejîne. Ji lewra serîrakirina jinê ya li dijî mêrê ku tahdeyê lê dike serîrakirin e û xweparastina wê serîrakirina dijî vê pergalê ye."    ‘Ê JINÊN BERXWEDÊR BI SER BIKEVIN'    Kozan, bilêv kir ku xweparastin ne tiştekî nû ye û got: "Her ferd, li dijî tahdeyê xwe diparêze. Ji bo jinên xwe diparêzin jî divê di qanûna ceza de hikmên parêziya rewa bi awayekî aşkere pêk bên. Li dijî pergala nêrza, li dijî tahdeya tê kirin û li dijî êrîşên hikûmetê yên li ser jinan, divê em bi awayekî aşkere biparêzin ku dê jin jiyana xwe biparêze. Xweparastin heq e û wê jinên berxwedêr bi ser bikevin."    MA / Zemo Aggoz