Jinan behsa mêvanxaneya jinan kir: Em ne penaber bûn jî 2021-01-14 09:06:50 MELETÎ - Jinên ku ji ber tahdeya hevjîn û malbatên xwe reviyabûn û li Mêvanxaneya Jinan a Meletiyê bi cih bûbûn, diyar kirin ku ne polîs, xebatkarên paqijiyê wan birine edliyeyê û gotin: "Em ne penaber bûn jî. Mexdûriyeta me îstismar dikirin."  Li navçeya Yeşîlyûrt a Meletiyê, du jinên ku ji Mêvanxaneya Jinan a Meletiyê ya girêdayî Wezareta Xizmetên Malbat, Xebat û Civakê derketin, behsa pêkanînên ku bi wan re rû bi rû mane kirin.    'BIÇE CEM HEVJÎNÊ XWE'    M.A. ya ku ji ber ewlehiyê em nikarin navê wê aşkere bikin, yek ji wan jinan e ku berê xwe dabû Mêvanxaneya Jinan. M.A., bilêv kir ku ji ber tahdeya mêran ji mal reviyabû û çûbû mêvanxaneyê, lê belê li mêvanxaneyê jî leqayî heman pergalê hatiye. M.A. destnîşan kir ku li mêvanxaneyê jî mantiqa "cihê herî baş cem hevjînê te ye" hebûye. M.A. got: "Tahde û eziyeta ku min dîtibû û tiştên li mêvanxaneyê hatin serê min, wek hev bûn. Pir xirab bû. Tu daxwazek me pêk nedihat. Li wir tiştek tune bû ku em karibin xw rihet hîs bikin. Tim hewl didan me bişînin. Her wiha şêwirmenda me tim ji min dipirsî 'Tu yê çi bikî? Tu yê biçî ku? Planek te heye?' Min ji wan re got, 'Em xwe wekî penaberan hîs dikin.' Wan jî got, 'Na, ne werê ye. Hûn sûdê ji malê dewletê digirin.' Lê wekî ku em ji mal û milkên şexsî dixwin, tevdigeriyan. Me tim ev tişt hîs dikir. Tim dipirsîn 'Çima tu naçî? Çima tu biryarê nadî?'"    ŞERT Û MERCÊN GIRTÎGEHÊ    M.A., anî ziman ku daxwazên ji bo pêlîstokên zarokên wan jî bi rojan pêk nedihatin û got: "Bifikir, tenê gogek. Jixwe kesên hatine wir, ji ber aloziyekê hatine. Hin jê bêyî pêlîstokên zarokên xwe bînin, hin jê jî bêyî ku nasnameya zarokên xwe bînin hatine. Dayikek 3 zarokên wê hebûn. Zarokên wê digiriyan. Bi rojan pêlîstokek jî endan wan. Kesî nedixwest bibîne bê ka em di kîjan şert û emrcan de dijîn. Şert û mercên ku em tê de bûn ne yên mirovan bûn. Qedehên çayê bi dest me nediket. Me bi çoçikan çay vedixwar. Xwarinên wan sar bûn. Tu xwe li dewletê digirî û tiştên werê têns erê te. Qethiyen, eynî wekî girtîgehê bû. Bi kêfî digotin, hûn nikarin biçin baxçe. Çendî ku du saet destûra me hebû. Min nikaribû zaroka xwe bibe baxçe."    TE GOT MÊVANXANE?    N.A. ya ku ji ber ewlehiyê em nikarin navê wê aşkere bikin jî ji ber tahdeya hevjînê xwe çûye mêvanxaneyê. N.A., anî ziman ku pêdiviyên wan nedihatin peydakirin. N.A., diyar kir ku 14 rojan di karantînayê de maye û gava xwestiye serê xwe bişo, şampûan nedane wê û odeya lê dima qet nepaqij bû û wan bi xwe paqijî dikir û lavaboya odeyê 10 rojan xitimandî maye.    DI TASÊN ŞORBEYÊ DE ÇAY VEXWARINE    N.A. ji bo pêvajoya karantînayê ev tişt gotin: "Qedeh tune bûn. Me ji mecbûrî di tasên şorbeyê de çay vedixwar. Tenê serê sibehê çay didan me. Wexta navrojê an jî êvarî me çay dixwest, nedidan. Me di nav xwe de pere berhev dikir û me çay dikirî. Qedehên pet didan. Digotin 'Vê qedeh cardin bişon û bi kar bînin.' Ma mirov dikare çend caran wê qedehê bi kar bîne? Tam hefteyekê çay nedan me. Me bi avê taştêya xwe dikir. Xwarin û taştê hindik didan. Xwarinê, li jêrzemînê dataîn ser maseyekê. Pisîk dihatin metbaxê û odeyên me. Ev tişt di 14 rojên karantînayê de hatin serê me. Guh nedidan tiştekî jî."    JI BO EWLEHIYÊ XEBATKARÊN PAQIJIYÊ    N.A., anî ziman ku gava karantîna qediyaye wê birine odeyekê û got: "Çerşefên kesên ku berê li odeyê mabûn, bi min dan komkirin. Wekî ku ez xebatkarekî wê derê bim, nêzî min dibûn. Digotin 'Çerşefan bîne, bişo, ziwa bike.' Kar bi min didan kirin. Xebatkara paqjiyê derman dida min, digot 'serşoyê bişo, ez ê serê xwe bişom.' Min nikaribû tiştek jî bigota. Ji lewra cihekî ku pê de biçûma tune bû. Axirê ez muhtacî wan bûm. Heger min nekirina, wê tahde li min bikirana. Yanî mecbûr bûm. Ji bo çûna edliyeyê, diviyabû polîs bi me re bihatana. Ji bo ewlehiyê. Lê gazî polîsan nedikirin. Wexta me digot 'ewleyiya me tune ye', digotin 'jixwe li edliyeyê polîs hene.' Xebatkarên paqijiyê bi me re dişandin."    N.A., anî ziman ku carekê jê xebatkarek paqijiyê gazî wan kiriye û ji wan re gotiye gere hûn odeya karantînayê paqij bikin."    Her wiha N.A. behsa diyalogeke li êvanxaneyê jî kir: "Jinek hebû. Pir tahde lê hatibû kirin. Li cem min ji jinikê re digotin 'Wer xuyaye tu hîn jî ji hevjînê xwe hez dikî. Wer xuyaye tu dixwazî vegerî, biçî cem wî.' Dengê xwe bilind dikirin. Dîqiriyan. Jixwe derûniya me nebaş bû. Bi ser de jî em bi tiştên werê re rû bi rû diman."    ‘EM NE PENABER BÛN JÎ'    N.A., destnîşan kir ku li wir di warê derûnî de bi tu awayî piştgiriya wan nehatiye kirin ûg ot: "Pispora xizmeta civakiyî gazî min kir. Ji min pirsî, 'Çi hatiye serê te? Tu çima hatiyî vê derê? Tu yê çi bikî? Em te ji vir bişînin. Wê te li vê derê bibînin. Wexta li vê derê bî em ê nikarin ji bo te tiştekî bikin.' Dû re gotin, 'Biryara te çi ye? Tu yê biçî yan na?' Tim dixwestin em biçin. Qethiyen, tu alîkarî û tiştekî mirovane tune bû. Em ne penaber bûn jî. Me ji bo karê xwe bi kar dianîn. Mexdûriyeta me îstismar dikirin."    PIRSÊ ME BÊBERSIV MAN    Têkildarî van îdiayan me telfonî Mêvanxaneya Jinan a Meletiyê kir. Rayedareke mêvanxaneyê got: "Em di telefonê de nikarin tiştekî bibêjin."    MA / Bariş Polat