Gunay: Komkujiya Parîsê ronî bibe, wê gelek tişt çareser bibin 2021-01-11 13:31:46   MERDÎN - Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, di bernameya bîranînê ya 6 siyasetmedarên kurd ên hatin qetilkirin de axivî û got: “Her kes kiryarên Komkujiya Parîsê nas dikin. Lê Tirkiye naxwaze ev bûyer ronî bibe. Ger Komkujiya Parîsê ronî bibe, wê gelek tişt çareser bibin.”   Li Mêrdînê, 6 siyasetmedarên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên di 9’ê Çileya 2013’an de, li paytexta Parîsê Fransayê û Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar ên di 4’ê Çileya 2016’an de, di dema qedexeya derketina derve de li navçeya Sîlopî ya Şirnexê hatin qetilkirin, hatin bibîranîn. Bîranîn ji aliyê Tevgera Jinên Azad (TJA) yê ve, li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Mêrdînê hat lidarxistin. Berdevka HDP û parlamentera Mêrdînê Ebrû Gunya û gelek jin beşdarî bîranînê bûn.   Bernameya bîranînê bi deqeyek rêzgirinê dest pê kir. Gunay piştî rêzgirinê axivî û bal kişand ser têkoşîna jinên kurd ên hatin qetilkirin.   'TÊKOŞÎNA WAN DIDOME'     Gunay, diyar kir ku Tirkiye dixwaze bi ser qetilkirina jinên kurd bigire û wiha got: “Jinên siyasetmendar raste rast hatin hedef girtin. Komkujî li dijî aştî û demokrasiyê pêkhat. Tê zanîn di wan salan de hevdîn bi Îmraliyê re pêkdihat û ev ji kemînek li dijî pêşxistina çareseriyê bûn, Fransayê barê komkujiyê li ser xwe avêt û ji ber ku berpirsyar Tirkiye bû wan ji bûyerê nixumand. Lê herkes têkiliya Omer Guney bi MÎT'a Tirkiyeyê re dizane. Her tişt li holê ye. Divê were zanîn ku em ê ji destûra nixumandinê nedin û têkoşîna wan bidin berdewam kirin. Em ê têkoşîna wan dewr bigirin û her tim ji bo azadî demokrasiyê li ber xwe bidin.”   Piştî axaftina Gunay, sînevîzyona derbarê jinên kurd de hatibûn amadekirina hat pêşandan. Dûre bi guhdarkirina stranan bîranîn bi dawî bû.