3 jinên siyasetmedar li Îzmîrê hatin bibîranîn 2021-01-08 15:11:09   ÎZMÎR – Parlamentera HDP’ê Serpîl Kemalbay, di bîranîna 3 jinên siyasetmedar ên kurd de axivî û diyar kir ku ji wê rojê ve bi israr têkoşîna xwe didomînin û bidomînin.    Rêxistina HDP’ê ya Îzmîrê, li avahiya xwe jinên siyasetmedar Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku di 9’ê Çileya 2013’an de li paytexta Fransa Parîsê hatibûn qetilkirin û jinên siyasetmedar Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar ku di 4’ê Çileya 2016’an de li navçeya Silopiyê ya Şirnexê hatibûn qetilkirin bi bîr anîn. Parlamentera HDP’ê Serpîl Kemalbay, dayikên aştiyê, jinên rêvebrên HDP’ê yên bajar û navçeyan tevlî bîranînê bûn. Di bîranînê de sînevîzyonên ku jinên siyasetmedar ên hatibûn qetilkirin vedigotin hatin nîşandan.    ‘TÊKOŞÎN HEDEF HAT GIRTIN’   Di bîranînê de parlamenter Kemalbay axivî û diyar kir ku dema gel ji bo azadî, demorasî û aştiyê tên gel hev pêvajoya darbeye tê amadekirin û ev pêvajo kesên ku li mafan digerin digire ber xwe û wiha got: “ Di sala 2013’an de bi Birêz Abdullah Ocalan re pêvajoyeke aştî û muzakereyê dest pê kiribû. Di vê pêvajoyê de bi ser MÎT’ê sûîqastek pêk hat û 3 jin hatin qetilkirin. Hedef pêvajoya aştiyê bû. Lê li gel vê yekê jî gelê kurd aştî û muzakereyan da berdewamkirin. Ji vê dîrokê ve em bi israr têdikoşin û em ê vê têkoşînê bidomînin.”    Piştî Kemalbay, Dayika Aştiyê Behiye Yalçin jî axivî û ev tişt gotin: “Heta îro ne pergal ne jî zilaman qet pêşiya jinê venekirine. Lê van her sê jinan destpêkê xwe azad kirin û piştre jî ji bo pêşiya têkoşîna jinên vebikin têkoşîneke mezin dan. Em di vê rêya ku wan vekiriye de berdewam bikin.”