‘Di OHAL’ê de her tişt qedexe ye, lê tiryak û fihûş serbest e' 2018-01-19 10:02:20 AMED – Jinên Amedê diyar kirin ku herî zêde jin ji OHAL’ê bandor dibin û gotin: “Her tişt qedexe kirine, lê hişbir, fihûş û bahis serbest e. Ji ber Rewşa Awarte (OHAL) hemû çalakî û şahiyên demokratîk hatine qedexekirin. OHAL muhalefeta civakî jî hezm nake. Hikumetê cara 6’emîn OHAL’ê dirêj kir. Yên ku herî di bin zextên OHAL’ê de dimînin û bandorek neyînî jê digirin zarok û jin in. Jinên Amedî diyar dikin ku OHAL bandorek xerab li ser wan dike û li dijî OHAL’ê bertekên xwe anîn ziman.    ‘TENÊ EW TIŞT NE QEDEXE NE’    Salîha Surer (58) a li navçeya Rezanê dijî anî ziman ku dixwazin li her deverê serdestiya zext û tirsê didin avakirin û got: “Ji bo li dijî neheqiyê kes dengê xwe dernexe, OHAL wek amûra tirsê bikar tînin. Mirov tazî û birçî bin jî naxwazin kes dengê xwe bike. Beriya OHAL’ê însanan zeviyên xwe bi rehetî diçandin û sewalan xwedî dikirin. Lê niha her tişt qedexe ye. Mirov nikare du kuçe biçe pêş. Demildest kontrola nasnameyê tê kirin. Ev tirsa ji çi ye ez fêm nakim. Heta ku derê êdî bes e.”    Surer da zanîn ku qedexe anîne ser hemû qadên civakê û got: “Li Rezanê her tişt qedexe ye. Lê hişbir, fihûş, esrar, dizî û lîstikên bahîsê serbest in. Tenê ev tişt ne qedexe ne. Em ê serî li ku bidin em jî nizanin.”     ‘JIN BEDELA OHAL’Ê DIDIN’    Sultan Karakuzu a li Rezanê dikandariyê dike jî anî ziman ku ji ber OHAL’ê ew şerpeze bûne û li girtîgehan jî zext û neheqî derketiye asta herî jor. Karakuzu got: “Mirov di nav bêkariyê de şer dikin. Berê wisa bêtehamulî tune bû. Niha li mala tu kesî aramî tune ye. Bi taybetî em jin bedela vê yekê didin. Bûka min mamoste bû û 3 zarokên wê hebûn. Bi sedemek bê bingeh wê ji kar avêtin. Mirov ji ber bêkariyê neçarin di bin bihayê asgarî de bixebitin. Keda wan tune tê hesibandin.”    ‘OHAL JI BO XIZANAN BIRÇÎBÛN E’    Dayika 5 zarokan Sureya Çakir (37) a li tax Fatîha Rezanê rûdinê jî destnîşan kir ku OHAL ji bo xizana tê wateya birçîbûnê û wiha axivî: “Dema zikê zarokên me birçî be û di bin zextên hin kesan de be dê çawa xweşî û aramî hebe. Ez wek jinek xwe azad hîs nakim. Li vî welatî jixwe dema mirov jin be zor e. Lê di nav şert û mercên wiha de bi şev û roj em di nav tirsê de ne. Li vî welatî li ser jin û zarokan tiştên ecêb tên kirin. Dixwazin zarokên 9-12 salî bizewicînin. Di van şertan de ez ne jiyana zarokên keçik û ne jî yên kurik bi ewle nabînim.”    ‘MIROV LI MALA XWE NE AZAD E’   Remziye Bîlîr a 55 salî jî diyar kir ku piştî OHAL hat îlankirin şûn ve dikana xwe ya dirûtinê ya 20 salan dixebitand ji ber bêkariyê girtiye û wiha got: “Her kolenek Amede kirine qereqol. Li ser her koşeyî qulubeyên polîsan çêkirine. Li hember her kesî muameleya sûcdariyê didin nîşandan. Ev yek rê li ber hêrsbûn û xetereya civakê vedike. Mirov dema li welatê xwe û mala xwe ne azad be û rehet nikare rakeve wek girtî ye. Çunkî dema zarokên me ji mal derdikevin em nizanin dê ka bizivirin an jî nezivirin.”    MA / Esra Solîn Dal