Cenazeyê Aylîn Sozer hat veşartin 2020-12-31 17:03:43   STENBOL - Cenazeyê Aylîn Sozer ya ku ji aliyê Kemal Ayyildiz ve hatibû kuştin li Goristana Gulsûyû ya Maltepeyê hat veşartin.   Ji bo Hîndekara Pêş Dibistanê ya Fakulteya Perwerdehiyê ya Zanîngeha Aydinê Dr. Aylîn Sozer ya ku ji aliyê Kemal Ayyildiz ve di 29’ê kanûnê de li navçeya Maltepe ya Stenbolê hatibû qetilkirin, merasîma cenaze hat lidarxistin. Merasîm li mizgefta Goristana Gulsûyû hat lidarxistin. Bavê Sozer, Ayhan Sozer, dayika wê Safiye Sozer, kurê wê Arda Çapan, xwîşka wê Nîlay Sozer, xizmên wê, Şaredarê Maltepê Alî Kiliç û gelek kes beşdarî merasîmê bûn. Piştî merasîmê cenazeyê Sozer li Goristana Gulsûyû ya Maltepeyê hat veşartin.