Bertekên li dijî qetilkirina 3 jinan: Bi xirabiyên xwe re rûbirû werin 2020-12-30 13:30:00   AMED - TJA û Meclîsa Jinan a HDP’ê bertek nîşanî qetilkirina Aylîn Sozen, Selda Taş û Vesîle Donmez dan û gotin: “Em ê îsyana xwe ya li dijî tundiya zilam a zêde dibe dewam bikin. Ji bo ku hûn bi xirabiyên xwe re rûbirû bimînin, em ê têkoşîna xwe bidomînin.”     Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), debarê komkujiyên jinan de, li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Amedê civîna çapemeniyê li dar xistin. Aktivîstên TJA’yê û endamên Meclîsa Jinan a HDP’ê beşdarî civînê bûn. Li ser navê jinan Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Amedê Seval Gulmez axivî û wiha got: “Aylîn Sozen, Selda Taş, Vesîle Donmez û bi sedan jin, bi hişmendiya qirêj a zilamê serdest û bi awayekê hovane tên qetilkirin. Tundiya li dijî jinan û kuştinên jinan her roja diçe zêdetir dibin. Sedema vê yekê jî polîtîkayên ne cezakirina bersûcane. Kujer bi van polîtîkayan tên parastin.”   PERGALA SERDEST A ZILAM    Gulmez, anî ziman ku tundiya li dijî jinan di hemû qadên jiyanê de zêde bûye û wiha bilêv kir: “Jin tenê ji ber zayendiya xwe her tim rastî tacîz, tecawîz, tundî û pirsgirêkên cuda tên. Dewlet li şûna van pirsgirêkan çareser bike, bi zimanê dijminantiya li dijî jinan, xizmeta zilamê serdest dike. Jiyana jinan jî ji ber van polîtîkayan tê tunekirin. Dewlet di vê rewşê de hevkariya cînayetên jinan dike. Em baş dizanîn ku li pişt cînayetên jinan pergala serdest a zilam heye.”    ‘DESTÊ WAN DI XWÎNA JINAN DE YE’   Gulmez, bal kişand ser Peymana Stenbolê û wiha pê de çû: “Welatên ku ev peyman îmze kirin, berpirsiyartiyek girtin ser milê xwe. Lê AKP bi polîtîkayên xwe yên tekparêz û olperest bi tu awayî Peymana Stenbolê bi cih nayîne. Destê wan di xwîna bi hezaran jin de ye.”    ‘EM Ê TÊKOŞÎNA XWE MEZIN BIKIN’   Gulmez, da zanîn ku her roja diçe, ewê îsyana xwe ya li dijî tundiya zilam a zêdetir bikin û bi vê re li dijî tundiya li ser jinan derkevin. Ji bo ku hûn bi xirabiyên xwe re rûbirû bimînin, em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em ê nebin ew jinên maqûl ên ku hûn dixwazin ava bikin. Emê dest ji têkoşîna xwe bernedin. Heya ku em hesap ji qatilên Aylîn Sozen, Selda Taş, Vesîle Donmez û bi hezaran jinan bipirsin, em ê têkoşîna xwe ya rêxistinkirî li hema qadan mezin bikin.”