Jin li dijî destdirêjiya Kercewsê daketin meydanan 2020-12-08 15:54:25 NAVENDA NÛÇEYAN – Li gelek bajaran jinan bertek nîşanî bûyera destdirêjiyê ya li Kercewsê dan.    Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) li gelek bajaran daxuyanî dan çapemeniyê û destdirêjiya li ser zaroka keç a 15 salî ku li navçeya Kercewsa Êlihê pêk hat, şermezar kirin û bertek nîşan danî bûyerê dan. Jinan li bajarên wek Antalya, Mêrsîn, Hatay, Mêrdîn, Colemêrg û Şirnexê nerazîbûn nîşan dan û xwestin kiryarên bûyera Kercewsê demildest derbixin holê.   ANTALYA   Meclîsa Jinan a HDP’a Antlayyaê li Meydana Attalos daxuyanî da çapemeniyê û rêvebera HDP’ê Hulya Hasbay metnê xwend û got: “Em bêdeng nabin û natirsin.”   MÊRSÎN   Meclîsa Jinan a HDP’a Mêrsînê û TJA’yê li avahiya HDP’ê daxuyanî dan û bûyer şermezar kirin. Hevseroka HDP’a Mêrsînê Bulbahar Şofer axivî û got: “Dest ji vê polîtîkaya şerê taybet a li Kurdistanê berdin.”   HATAY   Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Îskendûrana Hatayê jî daxuyaniyek nivîskî da û wiha got: “Em ê dest ji deşîfrekirina sûcên we yên kirêt bernedin.”   MÊRDÎN   Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a HDP’a Mêrdînê jî li ber avahiya HDP’ê daxuyanî da çapemeniyê û rêvebera HDP’ê Munevver Olker daxuyanî xwend û got ew ji tundiya zilam û dewletê, îstîsmarkirina zarokan, tacîz û destdirêjiya li ser jinan re dibêjin na.   ŞIRNEX   Pêkhateyên TJA’yê yên Şirnexê jî li ber avahiya HDP’a Şirnexê daxuyanî dan çapemeniyê. Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmîr û gelek jin beşdarî daxuyaniyê bûn. Hevseroka Rêxistina Navçeya Navendî ya HDP’a Şirnexê Zeynep Salgucak daxuyanî xwend û got ev bûyer dewama qirkirin û talankirina li Kurdistanê ye.   COLEMÊRG   Pêkhateyên TJA’yê yên Colemêrgê jî bûyera li Kercewsê pêk hat li ber avahiya HDP’a Colemêrgê şermezar kirin. Hevseroka Rêxistina Navçeya Navendî ya HDP’a Colemêrgê Sînem Seven daxuyanî xwend û got jin her roj bi tacîz, destdirêjî, îstîsmar û komkujiyên jinan re rûbirû ne û dixwazin li Kurdistanê vê destdirêjiyê wek çandê bixin meriyetê.