Li Edîrneyê tundiya zilam: Jinek hat qetilkirin 2020-12-01 09:59:06   EDÎRNE – Li Edîrneyê Mehmet Emîn Karaaslan, hevjîna xwe Nîlay Karaaslan qetil kir.    Li Edîrneyê Mehmet Emîn Karaaslan, hevjîna xwe Nîlay Karaaslan ku pêre li ber berdanê bû, li dikana ku lê dixebitî qetil kir. Karaaslan piştre hewl da ku xwe jî bikuje.   Polis û komên tenduristiyê hatin cihê bûyerê, diyar kirin ku Nîlay Karaaslan jiyana xwe ji dest daye û Mehmet Emîn Karaaslan jî rakirin nexweşxaneyê.