Jin li her qadê dikare bi ser bikeve' 2018-01-16 09:28:49 MELETÎ – Li Meletiyê Durdane Alkan li ser dezgehek ji xwe re ava kiriye hilberînên bi destan tên çêkirin difiroşe û der barê vê mijarê de got: “Tiştekî ku jin nikaribe bike tune ye. Jin ne tiral in. Tenê bila astengî tune bin. Tenê bila baweriya wê pê were.”  Li Kolana Şemsiye ya li navenda Meletiyê Durdane Alkan a 53 salî ji xwe re tezgahek ava kir. Alkan li ser dezgehê xwe lûfik, patik, gore, qazax û êlekên reng û reng ku bi destan dihûnîne difiroşe û debara xwe pê dike. Alkan dayika 4 zarokan e û li gel hemû zehmetî û dijwariya jiyanê bi keda destan xwe li ser piya digire û ji vê yekê bextewar e. Alkan li gel hewa sar jî serê sibê zû ji malê derdikeve û dikeve ser riya karê xwe. Piştî digîhîje dezgehê xwe hilberînên xwe bi keys dike û heta êvarê li benda mişteriyên xwe ye.    Alkan diyar kir ku di sala 1995’an de piştî hevjînê wê jiyana xwe ji dest dide bi 4 zarokên xwe re tenê dimîne û neçare ji bo siberoja zarokên xwe bixebite. Alkan da zanîn ku du zarokên xwe daye xwendin û zanîngeh xelas kirine û wiha got: “Ez mûçeyê teqewîtbûna hevjîna xwe distînim. Lê ew jî têr nake. Kirêya min 450 TL ye lê vê mehê kirin 500 TL. Li gel vê yekê deynê bankayê li min e. Ji bo ez muhtacî kesî nebim divê ez bixebitim. Ez ji karê xwe ne aciz im. Berovajî vê yekê ez bi kêfxweşî dixebitim. Tiştên ez li malê çê dikim li vir difiroşim. Ev 5 sal e min dezgeh li vir vekiriye û hilberînên xwe difiroşim. Berê min li malê difirot. Hilberînên bi temamî keda destan e. Nabêjim sar e û hewa baran e dîsa têm ser dezgahê xwe. Her çi qas zehmet be jî bêyî ez biwestim neçar im têkoşîna jiyanê bidim.”    'JIN NE TIRAL IN, TENÊ BILA ASTENGÎ TUNE BE’    Alkan bal kişand ser şert û mercên jinan ên xebatê û ev tişt gotin: “Tiştekî ku jin nikaribe bike tune ye. Jin ne tiral in. Tenê bila astengî tune bin. Tenê bila baweriya wê pê were. Jin bi qasî kedkar in ewqas jî serbilind in. Jin dikare her karî bike. Ez her roj bi hêviya ku kar bikim têm ber dezgehê xwe. Roj heye heye 5 TL jî û roj heye 20 TL'yî qezenc dikim.”