Diyanet sûc dike, divê bê cezakirin 2018-01-15 09:25:03 ÎZMÎR - Jinan, diyar kir ku ne cara yekemîne Wezareta Karê Diyanetê bi daxuyaniyên xwe îstîmara zarokan teşwîq dike û wiha gotin: “Li holê sûc heye, divê bê ceza nemîne.” Bertekên li dijî daxuyaniyên Wezareta Karê Diyanetê ku îstîsmar zarokan teşwîq dike û zewicandina zarokan meşrû dike didomin. Piştî bertekên tund, Diyanetê daxuyaniya xwe derbarê “Zarokên keç dikarin 9 salî û yên kur jî dikarin 12 salî bizewicin” ji sîteya xwe ya fermî rakir û şûn de jî bertekên gel û jinan berdewam kirin.     'SÛÇÊ TEŞWÎQÊ SÛÇ KIRINÊ TÊ KIRIN'   Endama Meclîsa Jinên Îzmîrê Senur Garîp, diyar kir ku Diyanetê daxuyaniya xwe ji sîteyê rakir, lê ev tenê têrê nake û wiha axivî: “Di vir de hişmendiya hikûmetê nîşan da. Ji ber vê bertekên raya giştî naqedin. Sererast kirina qanûna rê li pêşiya îstîsmarkirinên zarokan ve dike gava xistin rojevê Bozdag jî heman daxuyanî dan. Ji ber hişmendiya hikûmetê, Dadgeha Bilind bê îhlalkkariyan dike.    TEŞWÎQÎ SÛC TÊ KIRIN    Garîp, da zanîn ku li holê teşwîq kirina sûc heye û wiha  bi dawî kir: “Diyanet û saziyên girêdayî wê ne cara yekemîne tiştek wiha dikin. Teşwîq kirina sûc bi serê xwe sûcdariye. Em ê li dijî hemû nêzîkatiyên zayendperest û dijminantiya jinê têbikoşîn. Emê hewl bidin ku berpirs bên ceza kirin.”   'LI HOLÊ SÛC HEYE'   Endamê Platforma Emê Cînayetên Jinan Rawestînin Zehra Polat jî, diyar kir ku bingehê pirsgirêke hêza desthilatdariyê ya ku Diyanetê xwedî dikeye û wiha axivî: “Li dijî van pratîkên wihan divê qanûna bînin cih. Ji xwe Diyanet qanûn dernaxe. Ev ne erka wî ye.  Diyanet hêza xwe ji desthilatdariyê digire û hemû derdorên bawermendan dixwe nava zoriyê. Divê jin li dijî êrîşên li ser jinan têkoşîneke bi  polîtîke birêve bibin. Ev yek şerte. Têkoşîna bi hevre xwedî girîngiyek mezine.”