7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê dan Endama Komeleya Jinan a Rosayê Gezgor 2020-11-11 13:28:09   AMED – Li Narîn Gezgor ku di doza Komeleya Jinan a Rosayê de dihat darizandin 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê hat birîn.     Di 8’ê hezîranê de di çaroveya lêpirsîneke ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatibû destpêkirin de li dijî Komeleya Jinan a Rosayê operasyoneke binçavkirinê hatibû lidarxistin û gelek endamên komeleyê hatibûn binçavkirin û girtin. Yek ji van kesan kî endama komeleyê Narîn Gezgor bû. Gezgor, piştî demeke hatibû berdan û darizandina wê ya bi angaşta “endamtiya rêxistinê” berdayî didome.    DOZGER CEZA XWEST   Danişîna biryarê ya doza Gezgot li 9’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê hat dîtin. Gezgor tevlî danişînê nebû. Parêzerên wê Elîf Tîrenç Ûlaş û Semra Balyan tevlî danişînê bûn. Di danişînê de dozger mutalaaya xwe dubare kir û bi sûcdariya “emdamtiya rêxistinê” ji bo Gezgor daxwaza ceza kir.   PARÊZERAN BERAETÊ XWESTIN    Parêzerên Gezgor, li dijî mutalaaya dozger derketin û diyar kirin ku şertên ku Gezgor weke “endama rêxistinê” bê nirxandin pêk nehatin û şahidê nepen hatiye arestekirin û daxwaz kirin ku Gezgor bê beraetkirin û şertê kontrola edlî yê derabrê Gezgor de bê rakirin.    CEZA HAT BIRÎN   Piştî navberdayînekê heyeta dadgehê biryara xwe aşkera kir. Heyeta dadgehê bi sûcdariya “endamtiya rêxistinê” 7 sal û 6 mehan ceza li Gezgor birî.