Bûldan bang li jinan kir: Heke em tênekoşin dê desthilat me tune bike 2020-11-05 16:19:08 DERSIM – Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, diyar kir ku bi awayekî sistematik konseptek li ser jinên Dersimê tê meşandin û ev tişt got: “Heke em li dijî desthilata AKP’ê têkoşîneke mezin nedin dê me tune bike.”   Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, li Dersimê tevlî bernameya meclisa jinan a partiya xwe ya jinên elewî ya ji bo 25’ê Mijdarê bû. Di bernameyê de pankartên “Bi jinan diguhere” , “Em bi renge xwe di têkoşînê de ne” , “Em ji bo bawerî û azadiyên xwe di têkoşînê de ne” hatin vekirin. Seroka Milên Jinan a Rêxistina CHP’ê ya Dersimê Handan Kahraman û gelek jin tevlî bernameyê bûn.    KONSEPTA TAYBET   Di bernameyê de Pervîn Bûldan axaftinek kir û bal kişand ser zextên ku ji aliyê desthilatê ve li ser jinan tên meşandin. Bûldan, diyar kir ku li hemberî jinan konsepteke taybet di dewrê de ye û wiha got: “Dema ku Dersim tê gotin berxwedana jinên berxwedêr Sakîne û Besê tên hişe mirov. Ji ber vê sedemê dewlet bia wayekî cuda nêzî Dersimê dibe. Hem li dijî mirovên Dersimê hem jî li dijî xwezaya Dersimê mudaxale heye. Di serî de Gulistan Dokû îro li dijî jinên Dersimê konsepteke taybet di dewrê de ye. Di çarçoveya vê konseptê de her roj li deverekê dest dirêjî jinan tê kirin û êrîş li wan tê kirin.”   TÊKOŞÎNA HEVPAR   Bûldan, derbarê projeya peyzajê ya ji bo Avzêmên Dersimê de jî bi lêv kir ku di baweriya elewitiyê de tenê mal ne can e, di heman demê de cihên mirov dijîn jî can in û tu ferq di navbera êrişên li hemberî goristan û cenazeyan û êrişên li dijî çand û baweriya elewiyan de tuneye û derarê têkoşîna hevpar de ev tişt anî ziman: “Kesên mîna rêveberan ne fikirin di hedefê de ne. Li dijî vê êdî bi milyonan îtîraz hene. Ji ber vê jî divê êdî em bi hev re têbikoşin. Heke em bi hev re tênekoşin û li dijî desthilata AKP’ê têkoşîneke mezin nedin dê me tune bike.”   ‘DIVÊ JIN XWEDÎ GOTIN BIN’   Di berdewama aaftina xwe de Bûldan, bal kişand ser windabûna xwendekara zanîngehê Gulistan Dokû û destnîşan kir ku ew dixwazin Dokû bê dîtin û berpirsyar bên cezakirin û derbarê têkoşîna jinan de jî ev tişt gotin: “Ji roja ku desthilata AKP’ê hatiye ser desthilatê ve her roj li hemberî jinan êrişên tundî û zayendî pêk tên. Em ê îsal 25’ê Mijdarê bi hemû kom û tevgerên jinan re pêşwazî bikin. Ev ji bo zeftkirina bingeheke têkoşîna hevpar girîng e. Ez îro li vir dixwazim we guhdar bikim. Pirsgirêkên ku jinên Dersimê dijîn çi ne? Divê jinên Dersimê pirsgirêkên xwe li vir bînin ziman. Niqaşkirina van pirsgirêkan wê rê ji me re bibîne û hêz bide me.”   Piştî axaftina Bûldan bername ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.