Meclîsa Jinan a HDP'ê bernameya 25'ê Mijdarê aşkere kir 2020-11-05 13:51:33 ENQERE - Meclisa Jinan a HDP'ê, di 7'ê Mijdarê de dest bi çalakiyên ji bo 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya li ser Jinan dike.    Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi dirûşma "Em li dijî tundiya dewleta mêr têdikoşin" di 7'ê Mijdarê de li hin bajarên diyarkirî dest bi çalakiyên ji bo "25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Jinê" dike.   Meclîsa jinan wê li van bajaran tevî platform û rêxistinên jinan meş û xwepêşandanên hevpar li dar bixe, karê xweser bimeşîne, daxuyaniyan bide, li kolanan çalakiyên xurt li dar bixe, sînevîzyonan nîşan bide, panel û semîneran pêk bîne û serdana gund, tax û malan bike. Parlamenter û endamên Meclîsa Jinan jî wê tevlî çalakiyan bibin.   Çalakiyên Meclîsa Jinan wê heta dawiya mehê dewam bikin. Bernmaeya çalakiyên 25'ê Mijdarê hîn diyar nebûye.   AGAHIYÊN BERFIREH ÊN LI SER BERNAMEYÊ   Li gorî bernameyê wê çalakiyên 25'ê Mijdarê di 7'ê Mijdarê de bi daxuyaniyên li Gever, Bazîd, Pirsûs û Cizîrê dest pê bikin.   Cihên ku Meclîsa Jinan wê daxuyaniyê lê bidin û parlamenterên tevlî bibin wiha ne:   7'Ê MIJDARÊ   "* Gever: Feleknas Ûca, Semra Guzel   * Bazîd: Leyla Guven, Dîrayet Dîlan Taşdemîr, Şevîn Coşkûn, Mûazzez Orhan   * Pirsûs: Remziye Tosûn, Ayşe Surucu, Meral Daniş Beştaş   * Cizîr: Nûran Îmîr, Dersim Dag, Ayşe Acar Başaran   * Enqere: Fîlîz Kerestecîoglû   * Mûgla: Serpîl Kemalbay   8'Ê MIJDARÊ   * Edene: Tulay Hatîmogûllari   * Stenbol: Huda Kaya, Zuleyha Gulum   * Kocaelî: Zuleyha Gulum   24'Ê MIJDARÊ   Civîna Koma Jinê ya HDP'ê: Pervîn Bûldan"