'Tê xwestin jin nasnameya xwe ji bîr bike' 2020-10-28 09:07:56 AMED –Endama Desteya Weşanê ya Kovara Jineolojiyê Parêzer Rûşen Seydaoglû diyar kir ku jin di nav pergala malbatê de hatiye asêkirin ku ev pergal wekî "prototîpa dewletê" tê wesifandin û got: "Tê xwestin jin nasnameya xwe ji bîr bike."  Li Tirkiyeyê bi îdiaya ku "pergala malbatê xirab dike" Peymana Stenbolê bûbû cihê nîqaşan, lê belê bi têkoşîna jinan ev nîqaş bi dawî bûn. Lê belê hîn jî Peymana Stenbolê pêk nayê. Endama Desteya Weşanê ya Kovara Jineolojiyê Parêzer Rûşen Seydaoglû, polîtîkaya îqtidarê ya derbarê jinê de û helwestên îqtidarê yên dijî Peymana Stenbolê nirxandin.    Seydaoglû, anî ziman ku nexasim jî tiştên tên serê jinên ku ji ber şidetê dixwazin dev ji hevjînên xwe berdin tên manîpulekirin û got: "Dewletê, malbatên wekî prototîpa xwe çêkirin. Û zilamên wekî wê difikire danî ser serê malbatê. Her wiha bi vê re, jin bi şidetê re rû bi rû ma."    Seydaoglû, anî ziman ku îqtidar dixwae profîleke "jina maqûl" bide der û got: "Ji ber ku jin şidetê red dikin û serî li devjêberdanê didin, asta şideta zilam jî zêde dibe. Em pergala malbatê ku îqtidar li gor asasên 'jina maqûl' wê diparêze, bi awayekî dorfireh dibînin. Gava jin ducanî be divê nava xw eveşêre, gava bike tîqetîq hin tişt pê ve tên kirin. Em behsa jineke ku sifetên wekî jina baş, jina xirab, jina binamûs û jina bênamûs bi jinan vedike re rû bi rû ne."    PEYMANA STENBOLÊ    Seydaoglû, anî ziman ku qirkirina jinan ku bi hezzaran sal berê pêk hatiye, heya niha didome û tê xwestin ev qirkirin bi hedefgirtina Peymana Stenbolê bidomin. Seydaoglû got: "Beriya her tiştî divê mirov wekî destkeftiyeke têkoşîna azadiyê ya jinan li Peymana Stenbolê binêre. Jin ji ber şidet, cihêkarî û newekheviya rolên zayndî, li ser asasên azadî û wekheviyê bi rê ketibûn. Jixwe Peymana Her Cure Cihêkariyê Ya Li Dijî Jinan û peymanên bi vî rengî, nîşan didin ku bê şidet li her derî çawa bi awayekî hovane didome. Heger şideta li dijî jinê tune bûya, wê têkoşîna jinê jî tune bûya. Gava em di vê çarçoveyê de lê mêze bikin, em ê careke din wateya Peymana Stenbolê bibînin."    Seydaoglû, destnîşan kir ku di serî de li Tirkiyeyê û bi giştî li gelek deveran qanûnên mafên jinan diparêzin tenê qanûninên li ser kaxezan e û got, tê xwestin Peymana Stenbolê li ser asasekî bi vî rengî bê berterefkirin.   QADÊN SEXTE    Seydaoglû, anî ziman ku polîtîkayên ji roja roj de ji bo jin nasnameya xwe û keda xwe ji bîr bike tên kirin û got: "Me di mînakên xanedanan de jî dît bê çawa nasnameya jinê pê dide jibîrkirin. Piştî avakirina komarê enstîtuyên keçikan hatin avakirin. Li vê derê jî li ser hûr bûn ku divê jin çawa bin. Me jinên kurd, ermenî û elewî yên hatin asîmlekirin dîtin. Jin her tim keseke nexuyan bû. Gava jin 'wekî zilaman' be an jî i gor daxwazên zilêm tevbigere, ji bo qadine sexte tên peydakirin."    TEVEGRA JINA KURD    Seydaoglû destnîşan kir ku tevgera jina kurd li dijî asêkirina jinê ya di têgihên "namûs" û "malbatê" de têdikoşe û ev têgih cardin bi jinan daye şîrovekirin. Seydaoglû got: "Bi kampanyayên wekî 'em ne namûsa tu kesî ne, namûsa me azadiya me ye' ên tevgera jina kurd, têgihên bi vî rengî cardin hatine nîqaşkirin. Tişta jê re dibêjin namûs divê tenê di bedena jinê de neyê sînorkirin û nebe qada hêzê ya jinê. Divê ev yek neyê qebûlkirin."    HELWESTEKE RÊXISTINBÛYΠ   Seydaoglû, anî ziman ku jin ji çar aliyan ve bi êrîşan re rû bi rû dimînin û li dijî êrîşan bal kişand ser "helwesteke rêxistinbûyî". Seydaoglû got: "Divê her mal, her ode, her sazî bi dîtina jinê jinûve bê dîzaynkirin. Divê girîgniya hatine gel hev bê dîtin, divê heqîqet bê lêkolînkirin. Xwegihandina zanyariyê, şîrovekirina bi aqilê jinê û pratîka vê di destê me de ye. Heger em helwsteke rêxistinbûyî nîşan bidin em ê tu çarî têk neyên şikandin."    MA / Arjîn Dîlek Oncel - Mehmet Erol