Nazlioglû: Yek ji tevdîrên pêşîlêgirtina cinayetên jinan avakirina qadên îstihdamê ye 2020-10-04 09:01:03   MÛGLA – Seroka Giştî ya Xebatkarên Karê Nav Malan Gulsum Nazlioglû, anî ziman ku her diçe cinayetên jinan vediguhere "qirkirina cinsî" û got, ji bo pêşî li ber vê bê girtin divê Peymana Stenbolê bê pêkanîn û ji bo jinan qadên îstihdamê bên vekirin.    Li Tirkiyeyê her roj hejmara cinayetên jinan zêde dibe. Li gorî daneyên Platforma Em ê Cinayên Jinan Rawestînin (KCDP) di 9 mehên sala 2020'an de 220 jin hatine kuştin. Li gor daneyên Paltforma Jina ya Mûglayê jî di 10 salên dawî de li seranserê bajêr 18 û ji Çileya 2019'an heya niha 10 jin hatine kuştin.    Seroka Giştî ya Sendîkaya Xebatkarên Karê Nav Malan Gulsum Nazlioglûyê, anî ziman ku gava mirov li daneyên heyî dinêre, dibîne ku cinayetên jinan êdî veguherîne qirkirina cinsî.    'BES BILA PEYMANA STENBOLÊ PÊK BÎNIN'   Nazlioglû, anî ziman ku heya Peymana Stenbol neyê pêkanîn û cezayên giran neyên birîn wê şideta li ser jinan her biçe zêdetir bibe û got, tu eleqeya cinayetên jinan bi rojhilat û rjavayê welêt re tuneye, mesele patrîyarka ye. Nazlioglû got: "Di cinayetên jinan de şarezabûna mêr an jî neşarezabûna wî tu tiştî naguherîne. Gelek jin ji aliyê mêrên zanîngeh kuta kirine ve hatine kuştin. Ji lewra li zanîngehan hîndekariyeke ji bo pêşîlêgirtina şidetê tuneye. Gelek xwendekarên zanîngehê bi şideta dildarên xwe re rû bi rû dimînin. Lewma demildest divê Peymana Stenbolê pêk bê. Malên aprastinê yên jinan niakrin me biparêzin. Bes bila peymanê pêk bînin."    'BI QANÛNA ÎNFAZÊ RE CINAYETÊN JINAN ZÊDE BÛN'    Nazlioglû, destnîşan kir ku bi Qanûna Înfazê ya nû re ne girtiyên siyasî, mêrên ku jin kuştine hatine berdan û got, piştî vê qanûnê cinayetên jinan zêde bûne.    Nazlioglûyê anî ziman ku ji ber ku Tirkiye ji awayê dewleta hiqûqê dûr ketiye, li kiryarên cinayetên jinan cezayên giran nayên birîn û got: "Kujerê Pinar Gultekînê Cemal Metîn Avci gotibû, 'Ez ê du sê meh şûnde bêm berdan ne werê?' Ev jî nîşan dide ku li welêt hiqûq pêk nayê. Kujerê Zeynep Şenpinarê, piştî Şenyaşar kuşt gazî ambulansê kirû dadgehê jî ev wekî qenciyê nirxand. Mêrên ku jinan dikujin baş dizanin wê bi çi awayî sûdê ji qanûna poşmaniyê bigirin û li gor wê jinan dikujin."    QADÊN ÎSTIHDAMÊ    Her wiha Nazlioglûyê polîtîkayên îstihdamê yên jinan di qadên xebatê de asê dikin jî rexne kirin û got, divê cihêkariya zayendî ya civakiyî eas bê girtin û qadên îstihdamê li gor vê bên peydakirin. Her wiha Nazlioglûyê anî ziman ku gelek jinên ku li cihên kar bi şidetê re rû bi rû dimînin serî li wan didin.    Nazlioglûyê got: "Gava Peymana Stenbolê bê pêkanîn û polîtîkayên îstihdamê baş pêk bên, wê jin karibin bi rihetî bijîn."