3 siyasetmedarên jin li Rihayê hatin bibîranîn 2018-01-05 15:37:46 RIHA -  3 siyasetmedarên jin ên li Sîlopiyê hatin kuştin Sêvê Demîr, Fatma Uyar û Pakîze Nayir li Rihayê hatin bibîranîn. Jinên Rihayî, diyar kirin ku dildariya wan a têkoşîna azadiyê ya di nava  komkujiya sedsalî de, ji bo wan mîras ma.  Di 14'ê Kanûna 2015'an de li navçeya Silopiya Şirnexê qedexeya derketina derve hatibû îlankirin. Piştî qedexeye dest pê kir di 4'ê Çileya 2016'an de endama meclîsa partiya DBP'ê Sêvê Demîr, Hevseroka Meclîsa Gel a Silopiyê Pakîze Nayir û aktîvîsta KJA'yê Fatma Uyar ji aliyê polîs û leşkeran ve hatibûn kuştin. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Rihayê 3’ê siyasetmedarên jin ên Kurd ku li Sîlopiya hatin kuştin bibîr anîn. Bîranîn li avahiya HDP’ê ya Rihayê pêk hat. Pankarta “Ji Sêvêyan heta Sakîneyan em têkoşînê mezin bikin” û wêneyên sê siyasetmedarên jin Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Uyar, Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bi salona biranînê ve hatin kirin. Bîranîn bi pêşandana sinevîzyona ji 6 wêneyên siyasetmedarên jin ên kurd pêk dihat, dest pêkir.    Hevseroka HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu di bîranîn de axivî û wiha got: “Berî du salan li Sîlopiyê 3 qehremanên jin bi hovane hatin qetilkirin. Em hemû van hevalên xwe yên jin ji nêz de nas dikin. Ew sekna Sêvê ji ber çavên min naçe. Hevala Sêvê, Pakîze û Fatma tim bûn pêşengên jinên kurd. Wan bawerî û vîna jinên kurd ji cîhanê re ispat kirin. Em cardin rêhevalên xwe bibîr tînin û em ê xwedî mîrasî wan derbikevin.”   Hevseroka DBP’ê ya Rihayê Sema Aîşeoglu jî, diyar kir ku sê siyasetmedarên jin ên kurd bi her awayî hêza xwe beşdarî têkoşîna jinên kurd kirin û wiha got: “Emê xwedî mîrasê wan derbikevin. Dildariya wan a têkoşîna azadiyê ya dinava  komkujiya sedsalî de, ji bo me mîras ma. Em ê li dijî mirin, zilm û girtinan têkoşîna xwe bidomîn in.”    Bîranîn bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.