Wekîla HDP'ê Uca: Kuştina 3 jinên kurd ên siyasetmedar lêkolîn bikin 2018-01-05 14:04:45   ENQERE - Parlamentera HDP'ê ya Amedê Feleknas Uca ji bo kuştina 3 jinên kurd ên siyasetmedar ku li Sîlopiya di 4'ê Çileya  2016’an de hatin kuştin ji meclîsê xwest Komisyona Lêkolîna Meclîsê ava bikin.    Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê Feleknas Uca, ji bo ronîkirina kuştina Endama Meclîsa DBP'ê Sêvê Demîr, Hevseroka Meclîsa Gel a Sîlopiya Pakize Nayır û Endama KJA Fatma Uyar ên di "Qedexeya derketina kolanan" a li Sîlopiya de di 4'ê Çileya 2016'an de hatin kuştin ji meclîsê xwest Komîsyona Lêkolînê ya Meclîsê bê avakirin. Uca, diyar kir ku ji Tebaxa 2015'an heta niha gelek jinên di nava xebat û tevgerên jinan de têdikoşin bi rê û rêbazên cuda hatine kuştin û wiha got: "Gelek jinên li Tirkiye siyaseta çalak pêş dixin hatin kuştin. Ji bo kujerên jinên hatin kuştin ronî bibe divê meclîs li gorî xala Qanûna Bingehîn ên hêjmar 98 û xalên rêziknameya navxweyî ya 104 û 105’an rola xwe pêk bîne. Divê lêkolîn bike û ronî bike.    Uca, anî ziman ku di 3 salên dawî de li Şirnexê gelek jin bûn hedef û hatin kuştin û wiha got: “Di 4'ê Çileya 2016'an de Li navçeya Sîlopiya ya Şirnexê Endama Meclîsa DBP'ê Sêvê Demir, Aktîvîsta KJA  Fatma Uyar û Hevseroka Meclisa Gel a Silopiya Pakize Nayir ji aliyê polîs û leşkeran ve hatin birîndar kirin. Lê piştre piştî wekîlan cihê wan diyar kiriye û xwestine ambulans biçin wir jî dîsa polîs û leşkeran gule li ser wan reşandine û ew kuştine. Cenazeyên wan perçe perçe kirine. Cenazeyê Sêvê Demir ji ber porê wê yê kurîşk hatiye nasîn. Ji bedena wê 11 gule hatine derxistin. Ji bedena Pakize Nayir 5, ji bedena Fatma Uyar jî 3 gule hatin derxistin. Di ser de 2 sal derbas bûn lê heta niha bersûc nehatine ronîkirin. "    Uca, anî ziman ku bi kuştina 3 jinên kurd ên siyasetmedar raste  rast bedena jinê hedef hatiye girtin û wiha bi dawî kir: "Ev raste rast nifrîna li dijî têkoşina jinê ye. Ji bo ev bûyer ronî bibe em dixwazin li Meclîsê Komîsyona Lêkolînê ya Meclîsê bê avakirin. Em dixwazin bi her awayi lêpirsîn û lêgerin bê kirin û bûyer ronî bibe û hesap ji berpirsiyaran bê pirsîn."