Beştaş: Vîna siyasî bixwaze dikare cînayeten Parîsê di 24 saetan de ronî bike 2018-01-05 11:21:19 AMED - Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş, der barê doza cînayetên 3 jinên kurd ên siyasetmedar de diyar kir ku dibe dosya li Parîsê hatibe girtin, lê çareserî li Tirkiye ye. Beştaş, anî ziman ku vîna sîyasî li pêş ronîkirina cînayetan asteng e û wiha got: "Ger li Tirkiye vîna siyasî bixwaze dikare di 24 saetan de cînayeta Parîsê ronî bike. Dikare milê MİT'ê û milê têkiliya MÎT'ê ya bi saziyen din re jî ronî bike."  Di 9'ê Çileya 2013'an de li Buroya Enformasyona Kurdistanê ya Parîsê 3 jinên kurd ên siyasetmedar û dîplomat Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin girtin. Di ser kuştina 3 jinên kurd ên siyasetmedar re 5 sal derbas bûn. Lê hêj der barê kujerên wan de tu agahî ronî nebûye. Bersûcê ku navê wî derbas dibû Omer Ziya Guney bû hat îdîakirin ku ji ber nexweşiya mejî di beriya doza di 16'ê Kanûna 2016'an de jiyana xwe ji dest da. Tevi ku îdîaname di gulana 2015’an de temam bû jî Guney nehat darizandin û doz hiştin 23'ê Çileya 2017’an. Piştî Gunay mir gelek pirsên bê bersîv li pey xwe hişt. Balkêş e Guney piştî hat binçavkirin jî heta 4 salan dernexistin pêşberi dadger û piştî dadgeh hat dîtin bi sedema ku bersûc Gunay jiyana xwe ji dest daye dosya girtin. Derket holê ku Guney di 18'ê Kanûna 2012'an de ango 19 roj beriya cînayetê hat Stenbol û dîsa vegeriya Parîsê. Pişti 3 rojan li Enqereyê ma, dîsa di heman rêyê de vegeriya Parîsê. Ewil wekî 'Înfaza nava rêxistinê' bi nav kirin û her tişt şolî kirin. Piştre qeydên deng ên îspat dike ku têkiliya Guney bi endamên MÎT'ê re hene derket holê. Di belgeyên 'Nîşeya pêşkêşiyê" ya 'Veşartî' ya aydî MÎT’ê de derket holê ku dibêje ji bo înfaza Cansiz 6 hezar Euro hatiye razandin. Rêveberiya KCK'ê jî daxuyanî da û destnişan kir ku cînayet bi agahiya MÎT'ê pêk hatiye. Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Meral Danış Beştaş ku ji destpêkê heta niha dozê dişopîne ji Ajansa me Mezopotamya (MA) re axivî. Beştaş, diyar kir ku ronîkirina doza cinayeta Parîsê girêdayî siyaseta Enqereye ye.    ‘CÎNAYET GIRÊDAYÎ HEVDÎTINA LI ÎMRALIYÊ YE'    Beştaş, diyar kir ku cînayeta li Parîsê pêk hat, piştî 3'ê Çile ku heyetê li Îmraliyê bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîye û wiha got: "Mirov nikare vê cînayetê ji hevdîtina bi Îmraliyê re cuda bigire dest. Çima 9'ê Çile. Ji ber ku di 3'ê Çileya 2013'an de yekem car heyetê li Îmraliyê bi Birêz Ocalan re hevdîtin pêk anî. Di wê demê de kuştin û şer gelek dijwar bû. Piştî heyetê hevditin pêk anî bandorek gelek mezin li Tirkiye ava kir. Tu kes nikare bêje tu eleqe di navbera 3'ê Çile û bûyera 9'ê Çile de tune ye. Xwestin bi vê yekê rê li pêş pêvajoya diyalog û çareseriyê bigirin. Balkêş e cînayet li navenda Parîsê ku her dem di bin çavdêriyê û ewlehiyê de ye pêk hatiye. Piştî -cînayetê wezaretên Fransa û Tirkiye dawuyanî dan. Ev ne tesadifi ne. Tirkiye wekî şerê navxweyî nîşan da. Xwestin rastiyê aloz bikin."    ‘TIRKIYE AGAHIYÊN KU CÎNAYETÊ RANÎ BIKE NEDA FRANSAYÊ'    Beştaş, destnîşan kir ku Tirkiye agahiyên ku cînayetê ronî bike neda Firansayê û ji agahî eşartin û wiha berdewam kir: "Berpirsiyariya Fransayê gelek mezin e. Fransa Omer Guney girt, lê piştre tiştek nekir. Dozger piştî girtina Omer Guney lêpirsin neda destpêkirin. Delîl û agahî kom nekir. Gelo ji ber ku Omer Guney nexweş bû wekî kujer hilbijartin? û gelek pirsên din bên bersîv man. Ez wê demê seroka Komîsyona Hiqûqê ya HDP'ê bûm. Ji bo ronîkirina cenaze ez bi dehan caran çûm Parîsê. Me aliyê lêpirsîna doza Parîsê jî şopand. Dozgerê Parisê gelek agahî ji Tirkiye xwest. Çîroka jiyana Omer Guney, têkiliya wî û MÎT'ê xwest. Ketin û derketina Tirkiye xwest. Dîsa der barê otela ku Guney lê ma pirs pirsin. Lê Tirkiye tu bersîv neda. Heta niha Tirkiye agahiyên ku dosya cînayetê ronî bike ji Firansayê re neşandin. Tirkiye pirsên Fransa û belgeyên ku dozger xwest tev bê bersîve û bê encam hişt."    'OMER GUNEY MIR AN HAT KUŞTIN'   Beştaş, ani ziman ku Fransa pêvajoya lêpirsînê pir dirêj kir û heta ku Omer Guney dirê kir. Beştaş, anî ziman ku doz di 23'ê Çile de hat dîtin, lê balkêş e demek pir hindik beriya dozê Omer Guney li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da û wiha got: "Em dipirsin Omer mir an hat kuştin? Çima demek pir nêzîkî dozê mir? Gelek pirsên bên bersivandin û hêj nehatine bersivandin hene. Mirina Omer a wê demê pir balkêş e. Mirina wî ya wê demê û bi wî şiklî gelek fikra û pirs li pey xwe hiştin. Her çend otopsî mirina wî tiştekî asayî bide nîşan jî divê sedemên wê yên cuda jî bên lêkolînkirin. Li vir berpirsiyariya Fransa gelek e. Îstîxbarata Dewleta Fransa gelek bi hêz e. Lê bê encam hiştiye."     ‘TÊKILIYA GUNEY Û MÎT'Ê HAT TESPÎTKIRIN'   Beştaş da zanin ku dozger têkliya Guney a bi MİT'ê re jî tespît kiriye û wiha berdewam kir: “Tevî vê yekê Tirkiye bêdeng ma û bersîv neda dozger. Dozger gelek caran nivîs ji Tirkiye re şand, le hemû bê bersîv hatin hiştin."    ‘DOSYEYA GUNEY LI FRANSA BÊ GIRTIN JÎ LI TIRKEYEYÊ DIKARE BÊ ÇARESERKIRIN’    Beştaş bibîr xist ku bi mirina Guney re dosyeya cînayeta li Parîsê betal bûye û wiha got: “Çunkî di dozê de bersûcek din û girêdanek din tune ye. Lê piştî niha ji bilî Guney têkiliyên nû, kujer û delîl derkevin holê dê dîsa ev dosye zindî bibe. Li Parîsê ev dosye ji ber mirina Guler bê girtin jî lê ev mesele li Tirkiyê tê çareserkirin. Ez wisa bawerim Tirkiye bi hemû aliyê meseleyê dizane. Ev ne mijarek hiqûqî ye mijarek siyasî ye. Ne kuştinek adlî ye kuştinek siyasî ye. Yên hatin kuştin şoreşgerên kurd in û kesên xwedî nasnameya xebatên siyasî bûn. Ji ber vê yekê eger heta vînek siyasî tune be ne mimkûn e ev mesele bê çareserkirin. Kengê komkujiya Parîsê bê ronîkirin wê demê di meseleya kurd jî dê diyalog li pêş bikeve. Li aliyekî girtin û li aliyekî jî şer yanî pêvajoyek paralelî hev bi hev re dimeşe.”    ‘GIHANDINA ME YA DOSYEYÊ ASTENG KIRIN’    Beştaş têkildarî bûyera Parîsê lêpirsîna li Tirkiyeyê jî tê birêvebirin agahî da û wiha dewam kir: “Tirkiye wek her tim ji bo rewşê xelas bike lêpirsîn vekir. Lêpirsîn bi nîjtina ‘hesabdayîna navxweyî ya rêxistinê’ dest pê kir. Di dosyeya lêpirsînê de Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan wek endamên PKK’ê hatin nîşandan. Di vir de jî daraz xwe dide nîşandan çiqas ne bêalîgir û ne serbixwe ye derdikeve holê. Tirkye di nivîsên şandin Fransayê de xwe da aşkerekirin çiqas alîgir e. Di vê dosyeyê de jî wek dosyeyên din ku bi rêbazên kujer neyên cezakirin biryara nepen danîn ser. Me xwest em xwe bigihînin dosyeya lêpirsînê lê asteng kirin.”    ‘EM NIZANIN KA MÎT’Ê BERSIV DAYE AN NEDAYE’    Beştaş da zanîn ku li Tirkiyeyê dosyeya tê birêvebirin heta niha îfadeyên gumanberek nehatiye girtin û wiha axivî: “Heta niha pirsên der barê Omer Guney de ji Tirkiyeyê hatine kirin û hatin û derketina wî ya ji Tirkiyeyê nehatine ronkîkirin. Têkiliya wî bi MÎT’ê re çi ye çi nîne aşkere nebûye. Heta niha tu hewldanek tune ye. Her dawî me xwest ji MÎT’ê re nivîs bê nivîsandin. Dozgerê lêpirsînê yê herî dawî ji MÎT’ê re nivîs nivisand, lê got ku bersiva wî nehatiye dayîn. Wê demê dosye vekiribû me dît ku nivîs nivisandiye. Lê feqet ka MÎT’ê bersiv da yan jî neda di vê mijarê de tu agahî di destên me de tune ne.”    ‘MÎT LI XWE MIKÛR HAT’    Beştaş di berdewama axaftina xwe de da xuyakirin ku MÎT li xwe mikûr hatiye ku di nav bûyerê de cih girtiye. Beştaş anî ziman ku ji bo komkujî neyê ronîkirin hevkariya AKP’ê û FETO dewam dike.    ‘VÎNA SIYASÎ GER BIXWAZE DI 24 SAETAN DE DIKARE ÇARESER BIKE’   Beştaş, da zanîn ku ji bo ronîkirina komkujiya Parîsê vîna siyasî astenge û wiha got: “Ne tenê vîna siyasî ya Tirkiyeyê, nêzîkatiyên siyasî yên Ewropayê bixwe astengin. Bi çend rexneyan û gotinan Ewropa nikare xwe ji vê yekê xelas bike. Dişibe kokujiya Qasimlo. Gava ku hevdîtin hatin destpêkirin li Ewropa ev komkujî pêk hat. Ger vîna siyasî bixwaze di 24 saetan de dikare cînayeta Parîsê çareser bike, têkiliyên MÎT’ê yên bi saziyên navneteweyî û girêdanên wan ên bi saziyên cudare derbixwe holê. Dikare hemû agahiyên heyî deşîfre bike. Vîna siyasî bi KHK’an, OHAL’ê, tecrît û girtinaan nikare komkujiya Parîsê çareser bike.”     ‘ENDAMÊN MÎT'Ê YÊN KCK’Ê GIRTIN DIVÊ PÊŞBERÎ DARAZÊ JÎ TIŞTÊN DIZANIN VEBÊJIN’   Beştaş, bal kişand ser endamên MÎT’ê yên rêveberên KCK’ê li Herêma Federal a Kurdistanê girtin û wiha domand: “Ev ji bo cînayetên hatin kirin, pêşketinek pir mezine. MÎT’ê digot ‘têkiliya me pêre nîne’ û red dikir, lê vê yekê nîşan da ku wan bixwe plana komkujiyê amade kiriye. Lê dibêjin dinava wan de baskên cuda hene. Wan bi xwe ev yek got. Ew bask kê dibin bila bibin, dibin banê MÎT’ê de cih digirin. A girîng eve ji bo me. Ji bo eşkere kirina vê jî erk dikeve ser mile hikûmet û darazê. Ger bêjin ‘Fethullahçiyan ev kiriye’ wê demê kesên ne Fethullahçû bila derbikevin û vê yekê eşkere bikin. Gelo çima di vî warî de bêdengiyê ji xwe re tercîh dikin. Raya giştî bawerî pê aniye ku li pişt vê komkujiyê MÎT heye, lê detay nayên zanîn û di dosyayê de jî cih nagirin. Ji ber vê dosyeya lêpirsînê venaguhere darizandinê. Divê êdî lêpirsîn veguhere darizandinê. Ez hêvî dikim ku endamên MÎT’ê yên di destên KCK’ê de bên Tirkiyeyê û derbikevin pêşberî dadgehê û hemû tiştên dizanîn ji raya giştî re parve bikin.”    ‘DÊ SERLÊDANÊN SÛC BIKIN'   Beştaş, got ku KCK’ê di daxuyaniya xwe de navê rayedarekê MÎT’ê yê di hevdîtinên Osloyê de cih digirt plana komkujiya Parîsê daniye, kir û wiha  pê de çû: “Bi rastî jî ger rewş wiha be pir xeternake. Her wiha dibin navê pêvajoya çareseriyê de,  ji destpêkê de lîstûk hatibûn amedekirin. Weke digotin rêyên demokratîk, birsgirêka kurd, müzakere vîna  çareseriyê hemû derew bûn. Kesên cihên xwe di komkujiya Parîsê de girtin, hebûna wan a di mutebakata Dolmabahçe de, ji xwe hemû rewşê datîne holê. Ji destpêkê de têkiliya MÎT’ê ya di vê bûyerê de me dipirsî. Me digot, agahiyên net hene, daxuyanî, belge û qeydên dengan hene, lê ligel vê yekê hem desthilatdariyê û hem jî MÎT’ê bêyî ku daxuyaniyekê bidin, bêdeng man. Ji bo doz bê vekirin, darizandinek adîlane bêkirin em ê serî li hemû rêyê hiqûqî û darazê bidin.”   ‘AKP JI DEST PÊKÊ DE ÇARESERÎ NEXWEST’   Beştaş, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ger rastiya komkujiya Parîsê derbikeve holê, dê rastiya AKP’ê ya ku çareseriyê naxwaze jî derbikeve holê û pêvajoya çareserîyê bî nîyetek baş nekiriye. Niha jî ev tê kirin. Dixwaze ji bo xwe dem qezenc bike û HDP’ê jî bê bandor bihêle. AKP bi her awayî dixwaze desthilatdariya xwe bidomîne û kurdan bike AKP’î. Siyasetekê înkar, îmha, pişavtin û tunekirinê dide şemandin.  Wisan xuya dike ku di ajandaya wan a berê de mijarên cuda hene. Ji xwe ajandeya wan derket holê. Di 30’ê Cotmaha 2014’an de gava pêvajoya çareseriyê dihat domand, li MGK’ê stratejiya îro dihat xêzkirin.”   MA / Denîz Tekîn - Devran Toptaş