Komîsyona Jinê ya DBP'ê: Em qet gavan paşve naavêjin 2020-07-26 17:12:23   AMED - Komîsyona Jinê ya DBP'ê binçavkirina Hevseroka Giştî ya ESP'ê Ozlem Gumuştaş û endamên SKM'ê ya ESP'ê şermezar kir û got: "Em qet gavan paşve navêjin. Em carek din dibêjin hûn nikarin têkoşîna jinê darizînin."    Komîsyona Jinê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) têkildarî binçavkirina Hevseroka Giştî ya ESP'ê Ozlem Gumuştaş, Berdevma Meclîsa Jinan a Sosyalist (SKM) Denîz Aktaş  û endamên Lijneya Navendî ya SKM'ê daxuyanî da. Komisyonê anî ziman ku êrîşên îtîfaqa AKP-MHP'ê bê navber didome û wiha got: "Têkoşîn jinê ya li dijî êrîşan ji bo hemû cihanê bûye hevî û bawerî. AKP û MHP armanc dike ku yek deng û yek rengî ava bike. Ewil li dijî Komeleya Jinan a Rosa,  Piştre li dijî aktîvîstên TJA  û niha jî li dijî jinên sosyalîst operasyonê pêk tîne. Em qet gavan paşve navêjin. Em carek din dibêjin hûn nikarin têkoşîna jinê darizînin."