Dadgehê daxwaza girtina kesê tecawizkar red kir 2020-07-23 15:11:43 MUŞ - Dadgeha Cezayê Sulhê ya Malazgirtê, daxwaza girtina S.A. yê tecawizî Fatma Altınmakas kir red kir. Dadgehê tedbîrên berdana kontrola edlî ya S.A. bi pîvan dît.    Li gundê Qêranlî yê girêdayî navçeya Melazgirê ya Mûşê di 14’ê tîrmehê de dayika 6 zarokan Fatma Altinmakas ji aliyê hevjînê xwe Kazim Altinmakas ve hatibû kuştin. Kazim Altinmakas ê cînayetê pêk anî hat binçavkirin û ji sûcê “bi qestî kuştiye” hat girtin. Berê Birayê Kazim Altinmakas, S.A. tecawizî Fatmayê kiri û piştre jî Kazim hevjîna xwe Fatma kuşt. Fermandariya Cendirmeyan a Melazgirê giliyê S.A. kiribû, Piştî du rojan Fatmayê ji aliyê hevjînê xwe ve hatiye qetilkirin. Li ser vê yekê ji bo S.A. yê tecawizkar bê girtin, serlêdana sûc kirin. Lê  Dadgeha Cezayê Sulhê ya Malazgirtê, daxwaza girtina S.A. yê tecawizî Fatma Altınmakas kir red kir. Dadgehê tedbîrên berdana kontrola edlî ya S.A. bi pîvan dît.