‘Em ê destûrê nedin ku Cemal Metîn Avcî bê efokirin’ 2020-07-22 13:11:20   MUGLA - Platforma Jinan a Gokova Akyaka, diyar kir ku ewê destûrê nedin ku qatilê Pinar Gultekîn Cemal Metîn Avci bê efokirin û got: “Em ê bi tu awayî destûrê nedin ku cezayê wî bi hincetên rewşa baş û tehrîkê bê daxistin.”   Platfroma Jinan a Gokova Akyaka, derbarê Pinar Gultekîn a li navçeya Ula ya Muglayê hat qetilkirin de, meş li dar xist û daxuyanî da çapemeniyê. Daxuyanî li Qada Pazarê hat lidarxistin. Gelek jin beşdarî daxuyaniyê bûn. Jinan di daxuyaniyê de pankarta “Cînayetên jinan polîtîkin” vekirin û dowîzên “Em bêdend nabin, em natirsin, em ê îtaet nekin” û “Em ne di şînê dene, di îsyanê dene” hilgirtin. Li ser navê jinan Pinar Hakgudan daxuyanî da û wiha axivî: “Tundî, tecawîz, tacîz û cînayetên li dijî jinan li vî welatî ji ber qanûnên înfazê yên newekhev û daxistinên tehrîkê vedigoherin komkujiyê.”   Hakgudan, diyar kir ku di nava 2 mehên dawî de, li Mûglayê 3 jin hatin kuştin û wiha got: “Em ê mafê guhertina awayê jiyana jinan nedin dewleta zilam. Her tim hinceteke qatilên jinan heye. Yên ku cesarê didin zilamên wiha, di heman demê de berpirsê kuştina Pinarin jî. Ji bo vê em dibêjin, em ê   destûrê nedin ku qatilê Pinar Gultekîn Cemal Metîn Avci bê efokirin. Em ê bi tu awayî destûrê nedin ku cezayê wî bi hincetên rewşa baş û tehrîkê bê daxistin. Emê êdî destûrê nedin ku mafê jiyanê yê jineke bi tenê jî bê xespkirin. Ji bo vê em li qadan û li her derê bin.”   Jinan piştî daxuyaniyê, di kolanên Akyaka de dest bi meşê kirin û dirûşme berz kirin. Dûre çalakiya jinan bi dawî bû.