Jinan astengî nasnekirin û gotin: Têkoşîna jinan li her derê ye 2020-07-13 07:29:59 AYDIN - Endamên Meclisa Jinan a HDP'ê ku li Aydinê rastî astengiya polisan hatin, astengî nasnekirin û di çarçoveya kampanya "Têkoşîna jinan li der derê ye" çalakiya xwe li dar xistin. Jinan biryara çalakiyê nîşan dan û gotin: "Têkoşîna me dê bitome."  Endamên Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li Aydinê di çarçoveya kampanya "Têkoşîna jinan li der derê ye" xwestin çalakiyê li dar bixin û daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Jinan xwest ji pêş avahiya HDP'ê ya li navçeya Efelerê bimeşin Qada Bajar, lê polisan ew asteng kirin. Jinên ku ji barar û navçeyên derve hatin Aydinê û xwestin tev li meşa jinan bibin, polîsan rê li pêş wan girt û nehişt ku tev li çalakiyê bibin. Polîsan avahiya HDP'ê dorpêç kir û destûr neda ku koma li ber avahiyê kom bûne bimeşin. Jinên ku di bin dorpêça polisan de asê man, çalakiya xwe li pêş avahiya HDP'ê bi rûniştinê berdewam kirin. Li vir parlamentera HDP'ê ya îzmirê Serpil Kemalbay,  diyar kirin ku polîsên wan asteng dikin quralê fizîkî binpê dikin û sûc dikin. Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Feleknas Uca jî anî ziman ku dê her tim li diji astengî û tundiyê têkoşîna xwe berdewam bikin. Parlamenter piştre çûm cem jinên li avahiya HDP'ê. Jinan li avahiya HDP'ê pankarta “Têkoşîna jinan li her derê ye" vekirin û dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” û "Zext me têk nabin" berz kirin.