Rêxistinên jinan: Kampanyaya HDP'ê daxwaza me ya hevpar e 2020-06-21 09:01:52   STENBOL – Rêxistinên jinan ku piştgirî dan kampanyaya "Têkoşîna jinê li her derî ye" ya Meclîsa Jina ya HDP'ê, ji bo têkoşîneke hevpar bang li jinên partiyên din ên li Meclîsê kirin.    Meclîsa Jina ya HDP'ê çend roj berê li dijî êrîşên li se rjinan kampanyaya "Têkoşîna jinê li her derî ye" dabû destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayaê de Berdevka Meclîsa Jin ya HDP'ê û Parlementer Ayşe Acar Başaran, Endama Meclîsa Partiyê Esengul Demîr û endama Meclîsa Jina Ayşe Berktay di 16-18'ê Hezîranê de serdana rêxistinên jinan û kesên feminîst kirin. Di hevdîtinan de şideta li ser jinê, hedefgirtina destkeftiyên jinan û hevparbûna têkoşîna jinê û xurtkirina piştevaniyê hat nîqaşkirin.    Rêxistinên jinan û jinên feminîst kampanyaya Meclîsa Jina ya HDP'ê nirxandin.   Feminîst Ferîde Eralp, destnîşan kir ku divê kampanyaya jinên HDP'î di rojeva hemû partiyan de be.    ‘DIVÊ JINÊN LI MECLÎSÊ HEMÛ LI BER EFÛYA ÎSTISMARÊ RABIN'    Eralp, anî ziman ku di dema şewbê de şideta li ser jinê zêde bûye lê belê jinan xwe negihandiye mekanîzmayên serlêdanê û bal kişand ser êrîşên li ser destkeftiyên jina. Eralp, destnîşan kir ku divê partiyên siyasî hemû vê yekê têxin rojeva xwe û der barê jinan de polîtîkayeke çalak bi rê ve bibin. Eralp, anî ziman ku kampanyaya HDP'ê ya ji bo mezinkirina têkoşîna jina, pêşîlêgirtina êrîşên li ser destkeftiyên jina kampanyayeke pir girîng e û got: "Ji bo xweserbûna jinê, ji bo xwe bi xwe biryargirtina jinê û ji bo bandorlêkirina li polîtîkayên partiyan kampanyaya HDP'ê pir girîng e. Em dixwazin partiyên din jî wiha bin. Em hin dengan dibihîsin, lê em dixwazin ev deng bilindtir bibin. Bi taybetî jî divê jinên li Meclîsê li dijî efûya der barê îstismarkirina zarokan de bibin yek û li ber rabin."    Endama Meclîsa Jina ya Pêşverû Sevgî Ozlem Yilmaz jî destnîşan kir ku sernavên ku jinên HDP'î di çarçoveya kampnayayê de bilêv kirine hemû rojevên lezgîn û girîng in û got: "Dijrabûna li ber tiştên li welêt diqewimin tenê ne pirsgirêka rêxistinên jina ye, tiştekî civakiyî ye. Ev mija civakê hemû eleqedar dikin. Li dijî efûya îstismarkirina zarokan ji destê kê çi tê divê bike."    NASNAMEYA HEVPAR    Yilmaz, destnîşan kir di xwezaya jinê de pevrebûn heye û got: "Heger jin bibin dengê hev du û pev re tev bigerin wê qanûnên ku em naxwazin di Meclîsê re derba snebin. Kes nikare xwe li ber têkoşîan rêxistinbûyî ya jinê bigire. Loma em ji kîja siyasetê dibin bila bibin divê em li dor nasnameya hevpar, jinbûnê, bên cem hev."    EM LI BER ÊRÎŞAN RABIN    Endama Tevna Parastinê ya Jinê Çagla Akdere jî destnîşan kir ku di dema şewbê de destkeftiyên jinan hedef hatine girtin. Akdere, bibîr xist ku di vê demê de bi Qanûna Înfazê re mêrên şideta li jinan kirine hatine berdan.    Akdere, diyar kir ku xebatên Meclîsa Jina ya HDP'ê û rêxistinên jinan hemû girîng in û got: "Efûya der barê îstismarkirina zarokan, qanûna înfazê, şideta li ser jinê, rabûna li ber terorîzekirina pergala hevserokatiyê hemû mijarên pir girîng in."    Akdere, destnîşan kir ku di vê pêvajoyê de piştevaniya jinê pir watedar e û got, bal kişand ser pevrebûna jinê. Akdere, bang li jinan kir û got: "Pêwendîdanîna bi xebatên tevgera jinê re pir biqîmet e. Ehm pev re dikarin li ber van êrîşan rabin. Ev êrîş li hemû jinan tên kirin. Divê em bi têkoşîneke pev re li ber wan rabin."