ÊLIH - Xebatkarê rojnameya Yenî Yaşamê Veysî Akoren hate berdan.
Xebatkarê rojnameya Yenî Yaşamê Veysî Akoren şevê din li Balafirgeha Êlihê hate binçavkirin. Akoren, piştî îfadeya li Midûriyeta Emniyetê ya Êlihê sewqî edliyeyê hate kirin.
Piştî îfadeya li dozgeriyê, bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Cezayên Sulhê ya Nobedar hate kirin. Dadgeriyê, biryara berdanê da.